Share |

Weşanxana J & J 3 Berhemên Nivîskar Feratê Dengizî çapkirin.

Feratê Dengizî bi navê xwe yê nasnameyê Mehmet Aydin Alokmen ku di hilbijartina şaredariyan a sala 2014an de li Stewrê wekî Hevserokê Şaredariyê hat hilbijartin niha sê pirtûkên wî bi hev re ji Weşanên J&J derketin.

Ji van pirtûka "Qêrîna Dilê Min" ji helbestên wî yên ku nivîsandine, "Zarê Dilî" çîrokên ku wî nivîsandine û pirtûka "Metelokên Kurdî" jî ji metelokên kurdî pêk tên ku ew berhev kirine.

Feratê Dengizî di sala 1949'an de li gundê Dengiza ya Stewra Mêrdînê hatiye dinê, heta niha du caran (bi giştî 10 sal) girtî maye, ev demeke dirêj e li ser kurdî dixebite. Wî ligel Serokatiya Enstîtuya Kurdî ya Amedê, di nav saziyên kurdî de xebat kiriye û niha jî şaredar e.

Ligel ev her sê pirtûkên wî, heta niha ev 7 pirtûkên wî derketine:

- Zimanê Zimên, Ciribandin, Weşanên Belkî, 2009

- Kêze û Mişto, Folklor, Weşanên Şaredariya Kayapinarê, 2009

- Tisê, Folklor, Weşanên Şaredariya Kayapinarê, 2009

- Zîzanê, Folklor, Weşanên Şaredariya Kayapinarê, 2009

- Bi heft dengan dikim gazî, Çîrok, Weşanên Lîs, 2013

- Qêrîna Dilê Min, Helbest, Weşanên J&J, 2014

- Metelokên Kurdî, Folklor, Weşanên J&J, 2014

- Zarê Dilî, Çîrok, Weşanên J&J, 2014.

 

Diyarname