Share |

Weqfa Mezopotamya: Piştî 'Rêbera Rastnivîsînê' Emê du kovaran jî derxin

 

Weqfa Mezopotamya ku navenda wê li Amedê ye kurtedemek berê bi navê "Rêbera Rastnivîsînê" pirtûkek amade kir. Weqif niha jî xwe amade dike ku du kovaran derxe.

 

Weqfa Mezopotamya di sala 2015'an de ji çar parçeyan zimanzanên kurd anîn ba hev û piştî xebata du sê salan bi navê "Rêbera RastnivÎsînê" pirtûkek amade kir û weşand. Ji bo vê yekê li amedê daxuyaniya çapemenî hat lidarxistin. Di dema daxuyaniyê de Serokê Weqfa Mezopotamyayê Osman Akyil, Sekreter Îhsan Ay, endama qewfê Gevriye Atli, zimanzan Samî Tan û Bahoz Baran amade bûn.

Serokê Weqfê Akyil diyar kir ku bi beşdariyeke fireh, bi lihevkirinê ev "Rêbera Rastnivîsînê" hatiye amadekirin. Akyil got ku di encama xebateke kolektîf de ev pirtûk ji bo hemû kurd bikar bînin, ji bo standardîzekirina ziman hatiye amadekiriye.

Akyil diyar kir ku ew dê xebatên xwe yên li ser ziman bidomînni, di kurtedemê de ligel Baroya Amedê ewê Ferhenga Termên Hiqûqî biweşînin. Li gor gotina wî ew niha ligel Odeya Tibê ya Amedê jî xebateke hevpar dimeşînin û di warê ziman de ewê bi awayekî berfireh xebatên xwe bîdomînin.

Akyil li ser xebatên kovaran ku dê bimeşînin jî wisa got: "Di vî warî de yek jê li ser folklorê, yek jî bi beşdariya kesên pispor dê kovareke derxin ku ev kovar di warê xwe de dê bibe kovareke pispor. Her du kovarên ku dê bi kurdî derên, emê bikin ku sê mehan carekê derên."

Zimanzan Bahoz Baran jî diyar kir ku xebatên ew bikin dê bibin bingeh ji bo zanîngehek kurdî ku di pêşerojê de bê vekirin. Baron got ku di warê zimanê kurdî de pêdiviya bi saziyeke ku hemû kurd pê bawer bin hebû ku Weqfa Mezopotamyayê di vî warî de dike ku vê kêmasiyê ji holê rake."

 

  MA