Share |

Xelatên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan hatin belav kirin

Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê li evara roja duşembê 29 gulanê ahenga xelatkirina serkeftiyên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a sala 2023an birêve çû.

Ev pişbirk ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve hatibû rêkxistin û encamên wê 29 adarê hatibûn ragihandin.

Ev pişbirk komela Canê Xelef ya xêrxwazȋ sponserya wê dike ȗ din av çerçeva çalakiyên sala helbestavnê kilasȋkê Kurdȋ Melayê cezȋrȋ de birêve çȗ.

Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan ku cara seyem e li dardikeve . Ȗ girîngîpêdana bo zimanê Kurdî û pêşxistina wê ji xwe re wek armanc diyar kiriye.

Ahenga xeltkirnê bi xwendina hin helbestan ji aliyê helbestvanên serkeftȋ ve ȗ herweha bi beşdariya komên muzȋkê ȗ hunermendên mȋna Zekeriya Efrȋn ȗ Elȋ aştȋ ȗ ronȋ bi rêve çȗ.

Ev pişbirka ku 30 helbestvanên ciwan ji tevahiya herêmên Rojavayê Kurdistanê beşdarî  têde kirbȗn ȗ 3 helbestvanên ciwan xelat wergirtin û helbestvanekî jî xelata komîteya dadweriyê wergirt.

Helbestvanên Ciwan ên xelat wergirtin jȋ ev bȗn

Helbestvan Ahîn Omer li ser helbesta “Ku tu werî” xelata yekem bidest xist û 500 dolar wergirt.

 

helbestvan Dilyar Osê li ser helbesta ” Were” xelata duyem bidest xist û 300 dolar wergirt.

helbestvan Xecê Îsa jî li ser helbesta “Baskên Kevokê”xelata sêyem bi dest xist û 200 dolar wergirt.

Her wiha helbestvan Mehmûd Misto li ser helbesta “Hîna li vir im” jî xelata komîteya dadweriyê bi dest xist û 100 dolar wergirt.

 

 

 semakurd