Share |

Xelata Şerefname ya 2020'an dan Konê Reş

 

Însîtuta Çanda Kurdî ya Vîyanayê ev sêl sal in bi navê "Xelata Şerefname" xelatek dide kesên ked dane zimanê kurdî û îsal ji ber ked û xebatên wî yên di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de nivîskar Konê Reş hêjayî vê xelatê hat dîtin.

 

Ji bo dayîna xelatê roja 19'yê vê mehê li Viyanayê merasimek hat li dar xistin û xelat dan Konê Reş. Nivîskar Konê reş xelata xwe ji destê zimanzan Deham Evdilfetah girt. Evdilfetah di dema xelatdayînê de qala nivîskariya Konê Reş kir û ew pîroz kir. Konê Reş jî sipasiya kesên vê xelatê didin kir.

 

3 SAL IN XELATÊ DIDIN

 

"Şerefname" pirtûkek li ser dîroka kurdan e ku ji aliyê  Şerefxanê Bedlîsî ve hatiye nivîsandin. Înstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê bi xelatê hem pirtûkê û xebata kurdî tîne rojevê, hem Şerefxanê Bedlîsî bibîr tîne. Înstîtuyê sala pêşî ev xelat dabû  folklorzan, lêkolîner Prof Dr. Celîlê Celîl; paşê xelat dabû  nivîskar Şahîn Bekirê Soreklî û îsal jî Xelata Şerefname ya 2020'an da Konê reş.

 

'ROLA PARASTINA DÎROKA KURDÎ'

 

Înstîtuyê ji ber dayîna xelatê ji bo Konê Reş li ser hesabê xwe yê tora civakî wisa got; "Konê Reş bi berhemên xwe yên li ser Malbata Bedirxanîyan roleke xwe ya pir giranbuha di parastina dîroka kurdî de heye. Konê Reş bi xebatên xwe yên di çil salên dawî de bi roleke gelek balkêş di parastina çand û dîroka kurdî de rabûye."

 

KONÊ REŞ KÎ YE?

 

Nivîskar Konê Reş di sala 1953yan de li rojavayê Kurdistanê, li gundê Doda hatiye dinê. Navê wî Selmanê Osmanê Abdo ye lê ji ber di nivîskariyê de navê Konê Reş bikar aniye êdî wisa tê nasîn. Bi dehan salan e ew ji bo kurdî xebatê dide.

 

Heta niha di gelek rojname û kovaran de nivîsên wî hatine weşandin. Heta niha hin pirtûkên wî yên ku derketine ev in:

 

"Bêriya Mêrdînê" (Weşanên Sîtav, Roman), "Dr. Nûredîn Zaza, Kurdê Nejibîrkirî" (Weşanên Sîtav, Lêkolîn), "Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan" (Weşanên Azad, Lêkolîn),, "Helbestên Zarokan" (Weşanên Aram), "Ji Geşt û Serdanên Min", "Kurdên Êzidî, Li Rojava/Sûriyê", "Osman Sebrî, jînenîgarî û çend nivîs û helbestên wî", "Qamişlo-Pol" (Helbest û Pexşan)

 

Diyarname