Share |

Xelata Cegerxwîn bo helbestvanên ciwan

Hevbenda nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya bi sebareta derbasbûna 30 salî li ser kockirina helbestvanê mezin seydayê Cegerxwîn (1903-1984), radighîne, ku roja 22 meha çirya pêşên (Oktober) a tê, cirîda torevanî dinvbera dengên helbestî ên ciwanan pêktê.

Şert û mercên cirîde evin: ku berhem bi zimanê kurdî bêne nivîsandin, û temenên helbestvan(mêr an jin) ne zêdî 30 salî be.

Komîta Xelatê wê sê xelatan di vê cirîdê de li wan ciwanên serkeftî belavbike. Hêjayî gotinêye, ku wê encûmenên xelatê di roja koçkirina seydayê Cegerxwîn bête diyarkirin.  

Herwiha Hevbenda me hemî kesên nivîskar û torevanên kurd vedxwîne, ku serbora helbestvan Cegerxwîn vekolin, û çalakiyên çandeyî li darxin.

Di vê helkeftinê de, wê rojnameya Hevbendê (Pênûsa Nû), bi herdû beşên xwe ve, hemî berhemên ku girêdayî helbestê û bi taybet serbora Cegerxwîn wê belavbike.

Hemî têkistên xweyî helbestî hûn dikarin ser êmila xelata Cegerxwîn bişînin.

xelatacigerxwin@gmail.com

28-5-2014

 Hevbenda nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya

rewsenbirinkurd1001@gmail.com