Share |

Xelata Subartu ya rêzgirtinê dan zimanzan Dehham Ebdulfettah

Di roja Duşemê de 13.04.2015, li bajarê Batmanê, li navenda komeleya Bart, xelata Subartu ya rêzgirtinê ya lêkolîna zanistî ya duwemîn hate dan bo mamoste Dehham Ebdulfettah.

Bi hazirbûna nûnerên komeleyên sivîl û komek ji rewşenbîr, zimanas û kesin guhdanê bi çanda dikin ji Serxet û Binxetê. Hêjaye gotinê ku mamoste Dehham xwedî ked û xebateke baş e di warê lêkolînên ziman û rêzimanê kurdî de. Gelek berhemên wî di vî warî de hene, mîna: - Li ber dergehê laleş 90 - Nêrîneke rexneyî li helbestên kurdî kurdî 92 - Hindek aloziyên zimanê kurdî. -  - - Rastnivîsa zimanê kurdî. - Dastana Gilgamêş. - Nav di zimanê kurdî de. - Cînav di zimanê kurdî de. - Kar/lêker di zimanê kurdî de.