Share |

xwediyê Xelata Arjen Arî ya Helbestê diyar bû

Arjen Arî

Encama Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî ku ev du sal in ji bo bîranîna wî tê li dar xistin hat eşkere kirin. Îsal xelat didin Yehya Omerî (Yahya Yavuz). Pirtûka Yavuz dê ji aliyê Weşanên Evrenselê ve bê weşandin.

Malbata Arjen Arî, Weşanên Evrensel, Lîs Ronahî  û Komeleya Nivîskarên Kurd bi hev re ev du sal in Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî li dar dixe. Ji bo eşkerekirina encama pêşbaziyê li Egîtîm-Senê civîna çapemeniyê hate li dar xistin. Nûnerê Weşanên Evrenselê Yusuf Karataş û endamê juriyê Lal Laleş bi kurtî û tirkî daxuyanî xwendin.

Yahya Yavuz  ku dosyaya wî hatiye xelatkirin dê ji aliyê Weşanên Evrenselê ve bê weşandin, her wiha roja 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de bi merasimekê dê Omerî bê xelatkirin.

Îsal lijneya hilbijêr a pêşbaziyê ji Berken Bereh, Lal Laleş, Ferhat Pîrbal, Beyar Bavî, Necla Arî pêkdihat.

Her wiha Xelata Rûmetê jî ji ber keda wî ya wêjeya kurdî dan Osman Kavala.

 

Diyarname