Share |

Xwendina kurdî ji weşanxana Avesta derket

Berhevoka ku Kamiran Alî Bedirxan amade kiribû, “Xwendina kurdî” din av weşanên Avestayê de derket.

Avesta, weşana hemû berhemên Bedirxaniyan didomîne. Vê carê di rêzê de berhevoka ku Kamiran Alî Bedirxan amade kiribû heye: “Xwendina kurdî”. Ev kitêb sala 1938an li Şamê din av “Kitêbxana Hawarê” de çap bûbû. Di “Xwendina kurdî” de gelek nivîsên di “Hawar”ê de çap bûne, cî digrin.

 

KAMIRAN ALÎ BEDIRXAN

 

Di sala 1895an de li Stembolê hatiye dinyayê. Kurê Emîn Alî Bedirxan, neviyê Bedirxan Paşa ye. Hê di ciwaniya xwe de li Stembolê tevlî tevgera kurdî bû. Yek ji endamê Kürdistan Teali Cemiyeti bû. (1919) Di kovarên Jîn û ‹ctihad de û di rojnameya Serbestî de nivîsên wî yên derheqê kurd û Kurdistanê de derketin. Piştî avakirina cumhuriyetê bi birayê xwe Celadet Alî Bedirxan re çû Almanya û li vir doktoraya huquqê qedand. Di Hawar û Ronahî de nivîs, şiîr û wergerên wî weşiyan. Demekê li Bêrûdê ma, li vir rojnameyên Roja Nû û Stêr weşand. 1947an de çû Parîsê û li Unîversîteya Sorbonne bû mamostayê zimanê kurdî. Di sala 1978an de li Parîsê wefat kir. Li ser edebiyat, gramer, ferheng û alfabeya kurdî nezîkî 20 berhemên wî hene. Avesta, hemû berhemên wî ji nû ve diweşîne, ê ku heta niha çap bûne ev in:
- Kulîlkên Ezêb (Şi‘r, 1998)
- Çîrokek Gotin û Ketin Xewê (wergera çarînên Omer Xeyam, 2001)
- Elfabeya Min (2009)
- Edirne Sükûtunun İç Yüzü (bi Celadet Alî Bedirxan re, 2009)
- Bobi’nin Hatası (bi Celadet Alî Bedirxan re, 2011)
- Dersên Şerîetê / Hedîsên Cenabê Pêxember (2012)

         

Xwendina kurdî

Kamiran Alî Bedirxan

ISBN: 978-605-5585-94-5

13.5x21.5, 88 rûpel, 10 L

www.avestakitap.com

https://www.facebook.com/wesanenavesta

https://twitter.com/avestayayin