Share |

Yasîn Hisên: Zengînîya Kelepûra Kurdî Gîyan û Zimanê Min Geş Kiriye

 

Gotina Kurdî bi reh û koka xwe bi kelepûra xwe ve girêdayî ye û li ser wê bingehê her rengên wêjeya Kurdî hatiye damezrandin.

Zimanê Kurdî di paxilên dayikan de mezin bû û ji wendabûnê parastî ma. Her bajarekî Kurdî bi awayekî xwe parast.

Amûdê yêk ji wan e ku bi rengekî seyr zimanekî helbestî û hûnandî afirand, loma ji wê re dibêjin bajarê helbestvanan.

Yek ji wan helbestvana Yasîn Hisên e ku di sala 1970’î de dayik bûye.

Hisên di sala 1990’î dest bi nivîsînê kir: bi çend cûreyan ji gotar ta helbestê, û di gelek rojname û kovaran de berhemên wî hatin weşandin.

Ew ne tenê helbestvan e, lê tembûrvanekî pir baş e û wî di komên Kurdî de cîh girtiye.

Hisên ew du salan e ku bûye cîgirê sernivîskarê rojnameya El Emel, ku bi zimanê Erebî li bajarê Silêmanî derdikeve.

Wî herwiha i salên 2005 heta 2007’an li radyoya Xak wekî bêjer û amadekarê programan kar kiriye.

Jiber hezkirina wî ji kelepûra Kurdî û xemxxwarîya zimanê dayikê, Hisên berê xwe da Enstîtuya Kelepûra Kurdî ya li Silêmanî û li wir bi cî bûye.

Hisên ji sala 2010’an heta niha wek berpirsê beşa Kurmancî ya enstîtuyê dixebite.

 

ji berhemên wî:

 

1- Temberiya Binefşan, Helbest (Li Şamê çap bûye).

 

2- Azar, helbest (Heleb)

 

3- Lorîk ,helbest (Silêmanî)

 

4-Tûrikê Zêran ,Çîrokên Folklorî ji Amûdê (Silêmanî)

 

Berhemên wergerê:

 

1-Şanoya Serdana Melîkê ya Memdûh Idwan, ji Erebî wergerandiye Kurdî.

 

2- Romana Berf ji Erebî wergerandiye Kurdî.

 

3- Şanoya Çîroka Binefş û Yasemînê ji Erebî wergerandiye Kurdî.

 

4- Pirtûka Qelaya Kerkûkê j Kurdîya Soranî wergerandiye Erebî.

 

 

Luqman Ehmed

Dengê Emrîka