Share |

Zimanê Kurdî û Rêzgirtin ji Nivîskar Derwêşê Xalib re...Konê Reş

Bi helkeftina roja zimanê dayikê me (Birek ji nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan) serdana mala mamoste Derwêşê Xalib kir. Û wek rêzgirtin ji kar û xebatên wî re di ber zimanê Kurdî de, me spasiyên xwe jêre pêşkêş kir..

Derwêşê Xalib yekemîn kurdê Sûriyê ku li ser zimanê Kurdî tê girtin, zindankirin û cezekirin. Ew di roja (13/01/2009) de, ji rex hêzek ewlekariya a bajarê Qamişlo ve hat girtin û di roja 15/01/2009 de, dîsan eynî hêza ewlekariyê, girtin ser mala wî, pirtûkxaneya wî tevdan û gelek pirtûk û destnivîsên wî bi xwe re birin.. Di roja 17/01/2009 an de, eynî hêzê çend hevalên wî yên ku pere di Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî kar dikirin girtin wek: Fewazê Kano û Zekî Ismaîl Xelîl girtin.. Piştî çendakî hevalên wî hatin berdan paşê ew jî hat berdan. 

Derwêşê Xalibê Derwêş ki ye? Nivîskar, zimanzan û rewşenbîrekî kurd e. Ew di sala 1945 an de li gundê Tilşeîra Şêxan, nêzîkî Qamişlo, çêbûye. Xwendina xwe li bajarê Qamişlo û Hesekê xwendiye, xwendina bilind di endezyariyê de li Fransa û Çikoslovakiya bi dawî aniye. Ji xwendekaranên kurdên sûriyê yên pêşîn bû ku çûye Ewropa ji bo xwendinê. Hejaye gotinê ku ew û Mûsa Anter pismamên hev in.

Ji pirtûkên mamoste Derwêş ku hatine çapkirin:

- Lêkolînek berfireh bi zimanê erebî, di bin nave (Ebyat Xanî)de sala 1998 an.

- Jiyana Min A Kurdî: Bîranînên  rehmetî Dr. Nûreddîn Zaza, ji frasnsî wergerandiye Erebî, sala 1997 an.

- Elfabeya Celadet Û Pîvana Pêwistiya Tîpan Di Zimanê Kurdî de, Qamişlo 2007

Hem jî gelek destnivîsên wê hene, ji bil hunandinên wî yên helbestî..

Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî:

   Ev komît di roja15/07/2003 an de, ji rex mamoste Derwêşê Xalibê Derwêş ve li Qamişlo hatiye avakirin, bi taybetî ji bo fêrkirina keç û xortên kurdan, da ku zimanê bav û kalên xwe jibîr nekin û di warekî kurdî de xwedî bibin... Tevî ku  Derwêşê Xalibê Derwêş dijwariyên zor çetîn dîtine û dibîne, lê her di coga parastina zimanê kurdî de berdewam e.. Û wiha her sal şagirt û qutabiyên komîtê zêde dibûn, kec û xort, ji hezkerên peyva kurdî  li dor kom dibûn..

   Şagirtên ku di bin sîbera komîta fêrbûna zimanê kurdî de xwe fêr dikin, di pênc qunaxan re derbas dibin, ew qunax jî evin: Seretayî, serbestî (bi du korsan e), rênivîs û rêzimanî.

   Vê komîtê 5800 bawernameyên seretayî yên fêrkirina zimanê kurdî li qutabî û şagirtên herêmên ku kurd lê dijîn û bajarên ku kurd lê hene belavkiriye, wek: Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Serê Kaniyê, Helebê, Şamê û Beyrûtê.. Hem jî vê komîtê belavokek bi navê ZIMAN û kovarek bi nave ZAR diweşand:

Ziman:   Ev belavoka ZIMAN di bin vê durişmê de dihat weşandin: (Zimanê te nasnameya te ye) û (Fêrbûna Kurdî mercê serekî yê gelperweriyê ye) û di nav kurdên Binxetê de belav dibû. Anku belavokek rewşenbîrî û mehane bû. Rêvebirî û amadekirin ji rex Derwêşê Xalibê Derwêş ve bû. Hejmara pêşîn (1), Ji belavoka Ziman, di 12 adara 2004an de hatiye weşandin, hejmara dawî (32)an di Berfbaranbara 2008 an de hatiye çap û bûye.

Zar: Ev Kovar jî rewşenbîrî Civakî bû. Ji weşanên  Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî bû û di bin berpirsyariya mamoste Derwêşê Xalibê Derwêş de amade û çap  dibû. Hejmara (0) di adara 2008 an de derketiye. Hejmara (1) di meha êlûna 2008 an de derketiye, hejmara (2)an di Berfbaranbara 2008 an de çap û belav bûye.

Mamoste Derwêş evîndarê zimanê kurdî ye û wek ku evîndar e karekî bêdeng dike..

 

Qamişlo, 24/02/2018