Share |

Çînîyên wê yên Kurdewar diçe gelek serok dewletan

 

 

 

Pîşeya destkarî ya çînî ku bi taybetî nexş û motifên kurdî têne xemilandin ji Amedê belavê gelek deverên cîhanê dibe.

Yekbûn Yaş yek ji jinên ku li Amedê vê pîşeya çîniyê pêk tîn e. Çîniyên ku Yekbûn Yaş çê dike ji Vatikanê re û gelek serokdewleta re têne şandin.

Yekbûn Yaş got ku ji zaroktiya xwe ve meyla min li ser vî karî ye. Ji ber vê meyldariya xwe pêk bîne, li İznikê, dest bi beşa çînîkariyê dike. Piştî pisporiya vî karî di sala 2006 an de tê Amedê û li ser karê çînîkariyê xebatên xwe dimeşîne.

Yekbûn Yaş, di derbarê motîfên ku li ser berhemên xwe dinexşîne de wiha got: ‘’Ez bêhtir motifên kurdawar bi kar tînim. Sed sal berê li Kurdistanê karê çînîkariyê hatiye çê kirin. Her hunermendek rengekî wî heye, motifên min rengên kurdewarî ne. Ji motifên kurdewarî de zêdetir motifên Newrozê, kinç û berên kurdan, cilên wanî gelerî û xwezaya Kurdistanê wek motifan bi kar tînim. ‘’Yaş bi vê mabestê motifên çînîyên xwe bi teşeyên kevneşopiya kurdewar dewlemendtir dike. Yaş da zanîn ku ew ji xwezaya Kurdistanê ji sûd werdigre. ‘’ Min endemikên ku tovên wan pir kêm bûne û li ber windabûne ne bikar anî.’’

Yaş di qala zahmetiya karê xwe kir û anî ziman ku wek her pîşeyê zahmetiya vî jî hene, masrafên firûnkirinê, bûhayên textan pir giran e û ev yek mirov pir diwestînin. Yaş wiha got: ‘’Ev kar ji gelek merheleyan derbas dibe, zahmetiya karê me pir e lê tiştê me kêfxweş dike gel pir qîmet didin karê me. Di mala xwe de di ciyê xweşik de daleqînin’’

Yekbûn Yaş di berdawamiya axaftina xwe de got ku ew nêhzîkê 10 salan mamostetiya vî karî kiriye û heta niha gelek şagirt perwerde kiriye. Yaş da zanîn ku li Kurdistanê li hin bajarên din kargehên çînîyan vebûne û wiha dom kir:’’ Min heya vega gelek şagirt perwerde kiriye. Aniha şagirtên me tune ne. Dem dem em kursan vedikin, heya salek din emê kursan vekin. Alaqaya gel baş e li gor min niha atolyeya min, atolyeya sêyemîn e. Li Amedê cara yekem ku min li vê derê atolye vekir, hingê ji her kesî çînî gelekî xerip dihat. Di peyra alakaya mirovan zêde bû me atolyaya xwe sêyemîn vekir. Em xebatên xwe difroşin tevahî dinyayê.’’.

AMED- HawarNet