Share |

ÇAL - Pirtûka helbestan a Kawa Feqe derket

 ÇAL - Pirtûka helbestan a Kawa Feqe derket
ÇAL - Pirtûka helbestan a Kawa Feqe derket

Bi navnîşana “ÇAL” pirtûkeke helbestan a helbestvanê ji ‘Amûdê Kawa Feqe ji nav weşanên ARTA derket.

Helbestên Çal di seqayên nostaljîyayê de digerin, her wiha di êşên cengê de û bandora wê li ser rewşa derûnî, civakî û abûrî li deverê.

Çal ji nêzî pêncî helbestan li ser 125 rûpelan pêk tê. Ew di dema çar salên bûrî de hatine nivîsandin, li gor axavtina Kawa Feqe.

Hûn dikarin li komek ji helbestên berhemê, bi dengê Kawa, li ser vê lînkê guhdarî bikin:

Ev helbestên Kawa Feqe ji pirtûka wî ya helbestan „ÇAL” hatine çapkirin. Pirtûk di Gulana 2024an de li Qamişlo ji alîyê ARTA ve hat weşandin. Kawa Feqe li bajarê Hesekê çêbûye. Dema zaroktiya wî, malbata Kawa berê xwe da bajarê ‘Amûdê û ew jîyana xwe heta niha li wir berdewam dike. Kawa beşa Perwerdeyê li zanîngeha Helebê xwendîye, lê ji ber rewşa sîyasî û ewlekarî ya Sûrîyê, xwendina xwe temam nekir. Kawa Feqe ji hivdeh salîya xwe de dest bi nivîsandinê kirîye. ÇAL pirtûka wî ya yekem e. Ew ji bilî helbestê, kurteçîrokan jî dinivîse, û li radyoya ARTA kar dike.

 

Ji bo guhdarkirna helbestan ji pirtûka ( çal ) li vê lînka li jêrê.

 

https://youtu.be/lSVV1M-NdZg?si=6VaOeF1ToyHymkNH