Share |

Çandên Mezrabotan li Amedê tên cem hev

 

Li Amedê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan, di navbera 25-31'ê îlonê de 1. Mîhrîcana Muzîkê ya Amedê tê lidarxistin.

Li Amedê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan, 1. Mîhrîcana Muzîkê ya Amedê tê lidarxistin.Mîhrîcan di navbera 25-31'ê îlonê de, bi

druşma "Em bi reng û dengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin" pêk tê. Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Hafîze Îpek, der bare mîhrîcanê de ji Rûdawê re axivî. Îpek, da zanîn ku ev mîhrîcaneke gelek dewlemend e û wiha got: " Ji bo bi zimanê hunerê pirsgirêk bên çareserkirin û çandên li ber tunebûnê ne bên parastin, me plansaziyeke ji bo dawiya meha îlonê çêkir. Di mîhrîcanê de panelên li ser muzîkê dê bên lidarxistin."

Tenê muzîk heye

Îpek ragihand ku di pêşerojê de ew ê bernameyê aşkera bikin û ev agahî dan: "Em 5 şaredarî bi hev re vê xebatê dikin. Ji derve kom û hunermendên suryanî, ermenî, tirk hene. Me ji derveyê welat jî gazî koman kiriye. Grup Munzur heye. Yanê çandên li ser erdnîgariya me jiyîne, hene. Em festîvaleke wisa ava dikin." Îpek diyar kir ku mîhrîcan di 26'ê îlonê de destpê dike û 5 roj didome. Îpek da zanîn ku dê li tevahiya Amedê çalakî pêk bên û wiha got: "Naveroka mîhrîcanê, tenê muzîk e. Me heta niha çalakiyên muzik, şano fîlm û sînema bi hev re dikir. Mirovek dixwest beşdarî her bernameyê bibe, lê di heman demê de li gelek deran bername hebûn. Lewma nekarî bighê hemûyan. Me got emvan mîhrîcanan qad bi qad ji hev cuda bikin. 2 meh berê jî me festîvala şanoyê çêkir."

Xebata hevpar a şaredariyan

Îpek anî ziman ku ev çalakiyên muzîkê dê li cihên konseran pêk bên û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Dîclekentê, Batikent, Îstasyon û Deriyê Çiyê dê konser bên lidarxistin. Çend çalakiyên me jî, wê li taxan wekî konserên biçûk bin. Heta niha tenê şaredariya mezinçalakiyên çandê, sure yên zarokan û yenîşehirê jî yên ciwanan dikir. Lê êdî em ê xebatên bi vî rengî, bi hev re bikin."

-Hewlêr (Rûdaw) Payîz Badikan