Share |

Çapa nû ya Şerefnameyê derket

 

Çapa nû ya “Şerefname”ya Şerefxanê Bedlîsî derket. Avesta di 2007an de yek taybet, yek normal du çapên Şerefnameyê derxistibûn û li Diyarbekir û Duhokê li ser Şerefnameyê konferans û pêşengehên minyatûran durust kiribûn. Wergera Şerefnameyê ya kurdî ji aliyê Ziya Avci ve hatiye çêkirin.

Şerefname, meşa milletê Kurd a li ser sahneya dîrokê ye.
Aqil, hiş û bîreweriya sedan salan e.
Li welatê çîroka, çîroka rast a mîrekiyên Kurd e.
Kurdiya Şerefnamê nîşan dide ku ew ne tenê kronîkeke tarîxî ye; ew berhemeke edebî ye jî...

Ji Şerefnameyê

Mêrxasên ku ketin nava keleyê, di wê şeva tarî de ku hîv û rojê riya xwe şaş kiribûn û serberedayî digeriyan, felekê bi hezaran çavên xwe ve riyaxwe şaş kiribû û nedizanî ka gelo dê bi kîjan riyê de biçe, wan bi dilû can kiribûn serê xwe û bi vî awayî jî bi riya Birca Reş a li milê bakurê keleyê, wekî bayê birûskê rakêşan û derketin ser keleyê. Li wir, piştî ku benên derenceyên xwe bi pencera xaniyekî vala ve girê dan, daketin xwarê.

Benên kemendên xwe berdan wekî maran
Ji bo ku têxin destê xwe şêrên felekê
Bi dest xistin Kurdan bi zora milê xwe hemî sengeran
Vekirin di hemî ciyan de deriyên şêran
Li milekî bejna xwe dikirin al, bilind dikirin
Li milekî jî çêdikirin bi zend û milên xwe derenceyan

Dîroknasî

Dîroknasî di ser hemî huneran re ye. Dîrok, tijî ji ders û tecrûbên bi feyde û rênîşandanên bi kêrhatî û bi qezenc in. Serpêhatiyên me yên borî bibîra me dixe, rojên me yên kevnare yên dûr nêzî me dike û bala me dikişîne ser emekdariyên berî me hatine kirin. Jixwe, bi taybetî eger ew serpêhatî û bûyerên han ji dem û lêkolînên xweş pêk bên û xwendevanên destpak û qelemrengîn rûpelên kitêban pê binexşînin.
Vêca ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û durrnas in, ew dîrokzanên ku lehengên nav şekeristana serpêhatî, çîrok, deng û behsan in, heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê ve nekirine, behs û dengên gernas û sernasên Kurdan nekirine bin devê pênûsê, ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê ku di tam û bîhna xwe de wek hingivîn û gezoyê ne, gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirin û ketiye bin piyan û bi tu awayî dest û devên xwe lê nêzîk nekirine. Ez î jar, bêtaqet, bêdest û ziman ketim ser wê xeyalê ku vê mijara han a ji taqet û qudreta min gelek der; behs û serpêhatiyên mirovên mezin, kesên bi nav û deng, serdar û fermanrewayên Kurd û Kurdistanê berhev bikim, ên di dîrokên‘Ecem de min bi xwe dîtine û yên min ji mirovên bi hiş û zîrek û ji derewan dûr, raste rast bi xwe seh kirine, binivîsim û navê wê deynim: ŞEREFNAME. Hemî armanc û daxwaza min jî ev e ku, xanedanên mezin ên Kurdistanê navê wan di nav navan de bimîne û ji bîr neçe.

Ez, Şerefxanê Bedlîsî

Ez, ku nivîskarê van rûpelan im, navê min Şerefê kurê Şemseddîn e. Çavê min li meziniya Xwedê ye û ez hêvîdar im ku alîkarê min be û min di vê dinyayê de serfiraz bike û ji asteng û giriyên wê dinyaya din jî rizgar bike. Di kemilîna ciwanî û gulvedan û ajardana bihara jiyana xwe de, piştî ku min destê xwe yê rast û destê çepê nas kir, min di xwendewariyê de hêz û taqet bi dest xist û ez bi hezaran milên zanistiya zahirî û batinî hîn bûm. Çi tiştên ji bo dîn û dinyaya min pêwîst e, min ji her tiştî gelek zanîbû û bi sererastî û meharetî ketim ser kar û barên dîwanê û wê çaxê heta niha hemî bi hêz û mecalên xwe ve ez bi xwendina serpêhatî û dîrokan mijûl im.

Li ser Şerefnameyê çi gotin?

Şerefname, mêrxasname ye. Eger em hinek di nav rêz û rûpelên Şerefnameyê de destbi gerê bikin, hûr hûr li ser bisekinin û lêbikolin, piraniya bûyerêntê de, ku dilkul û li berçav in, ya herî zêde bala mirov dikêşe, mêrxasiya nedîtî ya gelê Kurd e. Ji serî heta biniya Şerefnameyê Kurdekî tirsonek nakeve berçav, hemî kesên mêrxas, gernas û bêemsalin...
Hejar

Şerefname yekem, û hêj jî, berfirehtirîn dîroka Kurdan e ku ji aliyê Kurdan bi xwe ve hatiye nivîsîn. Wê, ku yek ji girîngtirîn berhemên sîstema feodal a Kurdan e, meşrûyî da sîstema mîrekiyan. Ev kitêb, dokûmentasyona dîroka dirêj a têkoşîna Kurdan a ji bo dewletbûnê ye. Wekî dîrokeke çînên hukumdar ên Kurdan, ku ji aliyê nûnerekî wan ê navdar ve hatiye nivîsîn.
Çîroka jiyana Şerefnameyê hêj nehatiye vegotin. Dîroka vê dîrokê, hem modêla hukumdariya kapîtalîst û hem jî modêla feodal ronî dike.
Di serdemên pêş-modern de, Şerefnameyê, di nav rêveberên mîrekiyan de hîsa aîtbûna Kurdistanê pêş xist. Wesa xuya ye ku gelek rêveberan ev kitêb ne tenê bi qewlê xwendineke sade xwendiye. Wan, Şerefname kiriye dîrokeke zindî û berdewama desthilatiya dewletê.
Emîr Hesenpûr

 

Şerefname

Dîroka Kurdistanê

Şerefxanê Bedlîsî

Werger: Ziya Avci
Dîzayn: Azad Aktürk

ISBN: 978-9944-382-28-1

Çapa Yekem: 2000, Apec, Swêd

Çapa Duyem: 2007

Çapa Sêyem (çapa taybet): 2007

Çapa Çaran: 2012
13.5x21.5, 662 rûpel, 40 L