Share |

(çengên Te … Ez bi fire… xistim ) Helbestvan Abdulkadir Musa

 

 

Nivîs : Hozan Emîn- Ji weşanên Dezgeha Sema Ya çandî û Hunerî .. Yekem Berhema Helbestvanê Kurd.. Abdulkadir Musa (çengên Te … Ez bi fire… xistim ).. derket

 

 

Di bin navnîşan (çengên Te … Ez bi fire… xistim ) Helbestvan Abdulkadir Musa Berhema xwe ya yekemîn derxist Peşberî xwendevanan û niha li Almanîya û Dubey û Herêma Kurdistana Iraqê Tê Belav kirin .

Ev berhema ku ji navnîşana xwe diyar dibe Ku Helbestvan Ked û zehmetîya xwe ya ku di jîyanê de dîtîye ..? li Deverên Dûr ji xaka welat û di Jiyana koçberiyê de ku Pêşberî wî hatine bi hastên Nazik û bi dîmenên pir bi êş û Jan Helbestên xwe Nivîsandine ..

Em wexta behsa wî bikin dive ku em Ji bîr nekin ku windabûna Hevjîna wî û Delala ber dilê wî (Gulîstan) ew Keça ku bi Hêvîya Hevgihînê dildoz bû û di kêlîkek Kurt de weke Mûmek ê Vemirî Ev buyer di Jiyana wî de , Kulek din li ser kulên wî Zêde Kirn û Muhra xwe li Helbestê wî xistine .

 

Hêjayî Gotinê ye ku ev berhem Hatiye çapkirin li Herêma Kurdistan a Başûr ya Azad (Hewlêr ) û Pirtûka (7)an e ji weşanên Dezgeha Sema ya çand û Hunera Kurdî ye li Imarata Erebî ( Dubey) .

Pêş gotina berhema wî Mamoste Selîm Biçûk Nivîsî ye ..û gotiye

Ku (Abdulkadir vê êşê van têkçûnan van xewn .Hêvî û evînên Mirî di Helbestên xwe de bi gewde dike û dinehwirîne )

Pirtûk ji 68 rûpela pêk tê û di nava xwe de 13 Helbestên nûjen û berfireh Dilorîne .

Û Berg û Derhênan ya Hunermend Reşîd Hisso ye . û Matîvên Nava pirtûkê yên Hunermenda Almanî : Bettina Peiffer .

Li çapxana Kewêl – Li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistana Iraqê hatiye çapkirin . û li pirtûkxana giştî ya wezareta Rewşenbîrî Hatîye spartin jemareya wê 939 .

 

Kurte Jiyana Helbestvan .. Abdulkadir Musa

 

Abdulkadir Musa di sala 1969 wek nixuriyê Dayka xwe , li bajarê Amûdê ( Rojavayî Kurdistanê ) ji dayik bo ye . li wir dibistana xwe ya serkî bi dawî kiriye . û di sala 1987 dest bi xwendina Ziman û toreya Firensî li Zanîn geha Helbê Kiriye û bi dawî nekirîye .

Di navbera salên 1986-1991 ê Helbest bi zimanê Erebî Nivîsî ye û di rojnama û Kovarên Erebî û kurdî de Belav kirîye .

Ji wê sale û şûnde bi zimanê kurdî dinivîse û werdigerîne .

Ji dawîya sala 1995 an li Almaniya Dijî bi helbest nivîs û wergerandinê re mijûl dibe .

 

ji Berhema wî vê Helbestê hildibjêrim .

 

Tu bûka berfê

 

Tu,

 

Ewê qeresiya sortirîn dilê

di devê min re derketî, di binê piyalê de nehêle…

ewê pêşkêşî min bike,

ez bi tirs im ku lêvên te di devê xwe de ji bîr bikim…

û ji hemû rengê meyweyan

bitengijim.. !

Tu,

Ma te nedît ! Bê çawa kuçên

pêpilka ’’Turm’’ ji ber pêyên me

dişemitîn û dîlaneke mest…

Mil li hêlekê

Ser li hêlekê

Kinc li hêlekê

Laş li hêlekê û can, du can ha.. !

Bi maçan diçûn mirinê

Yasemîn li kenaran hilor dibûn,

di koça dirêj û teng de.

Ma te nedît ! Pencên min yên nîvkuştî,

Meyweyên kerik li ser bejna te

diwerandin, û bi tîna silavên

dildarên li paş tixûban ew bi şaxên te ve dimişmişandin.

 

 

Ev Helbest bi dawî nebûye Hun dikarin di pirtûka wî bi tevayî bixwînin

 

31 March, 2008 01:56:00

 

 

[22:27 , 26 Dec 2006]