Share |

Şêwekar Rojîn Hac Husên pêşangekehe tabloyan li Hewlêr vekir

Şêwekar Rojîn Hac Husên
Şêwekar Rojîn Hac Husên

Şêwekara Kurd a Rojavayê Kurdistanê Rojîn Hac Husên îro li Hewlêrê tablyonê xwe di pêşangehekê de pêşan dan.

 

Şêwekar Rojîn Hac Husên derbarê pêşangeha xwe de ji K24ê re got: “Di vê pêşangeha taybet de, min çend tablo pêşan dan, her tabloyek tiştekî bercest dikin. Tabloyên min zêdetir hizrî ne, ango tabloyên şêweyê bronzî hatine pêşandan, temaşevan bi sadeyî tênagihin tabloyên min û gelek caran ji min tê xwestin ku ez wan rave bikim.”

 

Herwiha got: “Ez spasiya organîzatorên vê pêşangeha taybet dikim, ez şanaziyê bi wê yekê dikim ku Hewlêrê tabloyên min hembêz kirin û min kariye wan li paytextê pêşangehekê vekim. Ez hêvî dikim ku pêşangehên xwe li bajar û bajarokên din jî vekim.”

 

Rojîn Hac Husên şêwekareke Kurd a rojavayê Kurdistanê ye, ji çend salan ve li Hewlêrê dimîne û pêştir beşdarî çendîn pêşangehên hevbeş û taybet bûye.

 

  (K24)