Share |

Şêwekara Kurd Nisrîn Serxweşî - Her tabloyeke min jinek e xewna dozekê hildigire

Şêwekara Kurd Nisrîn Serxweşî

 

Şêwekarî cureyek ji hunerê ye, her tiştî bi nerîneke nû û cuda pêşan dide. Şêwekar jî li gor bîr, nerîn û têgihîştin û hestên xwe, babetan bi awayekî ne asayî pêşkêş dike û bi her reng û xêzekê jî asoyeke nû ji xeyal re vedike. Hunermenda Kurd a ji bajarê Kobanî Nisrîn Serxweşî yek ji hunermendên xwe di vî warê hunerê de çespandiye.

 

Şêwekara Kurd Nisrîn Serxweşî xwendina xwe ya seretayî û heta amadehiyê li Kobanî kiriye û wêjeya Erebî li zanîngeha Şamê xwendiye, herwiha çend salan jî mamostetî li dibistanên Kobaniyê jî kiriye. Nesrîn Serxweşî ligel malbata xwe di sala 2011 berê xwe daye Lubnanê, piştre demekê li Herêma Kurdistanê maye, piştre jî bi koçeke dirêj û bi westan berê xwe da Ewropa, ku di navbera 2016 – 2019an de li 13 welatan geriyaye, heta ku niha ligel malbata xwe li Almanyayê bicih bûye.

Şêwekar Nesrîn Serxweşî di vê gera dûr û dirêj de, dest ji hunerê berneda û beşdarî hejmarek pêşangehan li welatên bûye: Sala 2013an li Lubnanê, 2016an li Herêma Kurdistanê, 2017 li Sirbiye. Herwiha di sala 2019an de jî beşdarî di hejmarek pêşangehan de li Almanyayê kiriye, li bajarên Essen, Paderborn, Hanover û Krefeld. 

 

 

Çawa hunermenda şêwekar Nisrîn Serxweşî dest bi vê hunerê kir, çi tiştî hîşt ew ber bi vê awayê hunerê bê kişandin? çawa babetên tabloyên xwe hildibijêre?

 

Ji biçûkaniyê ve min demên şahî û xemgîniyê xêz dikirin, ji ber ku şêwekar yan hunermend her dem nakokiyên jiyanê bala wî dikişîne, wek jiyan û mirin.

 

Ez hunerê wek pencereyekê dibînim, tê re xewna xwe û xewna neteweya xwe ya Kurdî û her jinekê ku êş, azar û çewisandin ji civakê dîtiye û qelenê dap û nerîtên civakê daniye û tê de hatiye astengkirin û derbirînim.

 

Huner pencereya derbirîna şikandinan, serkeftinan, yan derbirîna azadiyê û şikandina zincîreyên civaka me ya rojhilatî ye, ku carekê şikestinan li dû xwe dixuşînin û carinan jî serkeftinê tomar dikin.

 

Jin bi giştî û dê bi taybetî mijareke sereke ya berhemên hunermend û dahênan e, tu hunermendeke Kurd a Kobanî yî, çawa pirsa diya Kurd pêşkêş dikî?

Her tabloyeke min jinek e, her yek ji wan jî xewna dozekê hildigire. Her dem babetên tabloyên xwe bi hebûna mêyekê derdibirînim.

 

Rengekî di ser rengekî din re nagirim, hemû reng ji hunermendê rastî re wek zarokên wî ne. Her tabloyeke nû, zayîna xewneke nû ye, yan bicih hatiye, yan jî di milmilaneyê de ye, ta bicih bibe.

 

Tiştê herî min diêşîne ew e, rewşa welat e, welatê ji şikestinan têr xwariye û jê koçber bûne, ji ber wê tabloyên min yên babetên wê welat e, tê de xemgînî xwe diyar dike.

 

 

Peyama hunerê rehend û naverokên bîrewerî, zanistî, felsefî, civakî û siyasî hildiger, li ser çi astan şêwekarên Kurd tê de gav avêtine?

 

Hunermendên Kurd piştevanî bi kesên nêzîk û biyanî re kirin. Huner nameyek e û hunermend jî berî ku hunermend be, divê mirov be. Hunermendê Kurd dîrok, kelepûr, êş û karesatên gelê xwe di tabloyên xwe de nîşan dane. Hunermendê Kurd peyama xwe ya tijî êş, komkujî hilgirtiye û gavine baş avêtine.

 

Çarçove û grûpên hunerî, çi bandorê li hunermend dike, yan tu dixwazî ji berstekê dûrî û azadî bî?

 

Ez nabînim endamîtîbûna ji çi grûpeke hunerî ya xwedî peyameke mirovane û dûrî siyasetê be, bandoreke neyînî li hunermend û dîroka wî dike, belkû dema em wek hunermendên Kurd li welatên penahiyê destê xwe bidin hev û bi dengekî peyamekê bidin, wê demê emê bikarin gerdûn deng û karên me bibihîse û bibîne.

 

 

Koçberî û penahî, di aliyekî wê de naskirina çand û kelepûra gelên din e û pireyek e tê re şêwekarê Kurd peyama xwe bigihîne cîhanê. Çawa vê yekê dinirxînî?

 

Koçberî ji me Kurdan re ne tim nerênî bû, belkû dema me çand û kelepûra gelên din ji nêzîk ve dîtin, me karî pir tiştên nû nas bikin û me karî bîr û baweriyên xwe dewlemendtir bikin. Herwiha hunermendê Kurd karî peyama xwe û bi dengekî bilind bigihîne cîhanê, bi taybet jî di demên dawî de.

 

Tevgera hunera şêwekariyê ya jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînî? Bi berawirdkirina herêmê din re, kêm şêwekarên jin ên Kobanî dibînin?

 

Civaka eşîrtî li Kurdistana Sûriyê, bandoreke wê li ser derengmayîna tevgera hunerê heye, nexasim li ser jinê, ku berî salên nodî ji sedsala bûrî, kêm şêwekarên jin hebûn, lê di salên pê re û bi taybet di deh salên dawiyê de jina Kurd karî gavine baş di vî warî bavêje û çespand ku ew dikare biser bikeve û li kêlek mêr be. Lê mixabin, li Kobanî kêm tê dîtin ku jin di vî warê hunerê de hene, lê nifşekî nû derdikeve û bawer im dê bikare xwe di vî warî de biçespîne.

 

Dema bîrî û zîziya ji welat re, şêwekar Nisrîn Serxweşî dide ber xwe, çi reng û tabloyê li dikarin bibînin?

 

Her dem jin welat e, ez jî di tabloyên xwe de hemû rewşên welat bi hemû şikestin, êş, serkeftin û şahiyên wî, di kesayetiya jinê de berceste dikim.

Siyamend Brim

K24