Share |

Şakarên muzîka kurdî derket

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Evdalê Zeynikê, Xosrof Malool, Elî Xendan, Kawîs Axa, Nesrîn Şêrwan, Karapetê Xaço û Aram Tîgran jî di nav de 110 “Şakarên Muzîka Kurdî” di pirtûkek du cildî de anîn cem hev û weşand.

Serektiya Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirtûka “Şakarên Muzîka Kurdî” ya du cildî weşand.

Pirtûk ji aliyê lêkolîner Zeynep Yaş ve hate amadekirin, di pirtûkê de serpêhatiya jiyana hunermendên kurd, fotoyên belge-arşîvî, qeyda dengê her yekî sê stranên van hunermendan ligel deqa wan û şêweyê notakirî tê de cih digirin. Pirtûk 900 rûpel e, 142 dengên resen bi zaravayê Kurmancî, Soranî û Zazakî stran tê de hene û du DVD jî li ser in. Di cilda ewil a pirtûkê de 52 hunermendên di navbera salên 1803-1930î hene, di cildê duyan de jî salên 1931-2015an li xwe digire ku di vî beşî de jî agahiyên der barê 58 hunermendan hene.

Behsa amadekirina pirtûkê kir

Lêkolîner Zeynep Yaş, behsa xebatên arşîvkirinê, naverok û heyama amadekirina pirtûkê kir. Yaş, bal kişand ku xebata wan li Enstîtuya Kelepûra Kurdî ya li Silêmaniyê bi xebata ser Eyşe Şanê dest pê kiriye û diyra kir ku paşî ev xebat li ser hunermendên kurdî berfireh bûye û xebat wek xebateke arşîvkirinê dewam bûye. Yaş, destnîşan kir ku wan li Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Duhokê beşa lêkolînê daniye û heta sala 2011an li vê derê xebatên Çand û Dîroka Kurdî meşandiye û got, dema ku wan lêkolîna xwe domandiye bi riya hevalekî xwe gihandiye arşîveke li Amerîka New Jerseyê. Bi vî rengî wan xwe gihandiye qeyda dengê berhema bi navê “Şivanê Kurd” ku sala 1912an ji aliyê hunermendê Suryan ê Amedî Xosrof Malool ve li Mûsilê bi ser Odeon Plakê hatiye tomarkirin, her weha dengê Alî Azgar Kurdistanî yê sala 1924an, dengê Elmas Mihemed ê sala 1926an, dengê Meryem Xanê û Tahir Seîdê Ebo ku sala 1926an qeyda dengê wî bûye, wan kariye xwe bigihîninê û di vê pirtûkê de berdest bikin.

‘Me reseniya wan têk neda’

Yaş, bal kişand ku hunermendan ji taş plak, kaset û qeydên malê herî zêde sê stran hene û weha got, “Bêyî ku em reseniya wan tev bidin me ew anîn asta guhdarkirinê. Du caran hatin paqijkirin, jixwe ev aliyê herî zor ê vî karî bû. Hinek stran du sê parçe bûne, peydakirina reseniya wan, karekî gelekî zehmet bû. Gava mirov guhê xwe bidê her çend zêde bi kalîte nebe jî me bala xwe da ser rjînaliya deng. Ligel ku min zanî hin stran ji bo wî hunermendî gelek giring in jî, ji ber ku dengê wan nebaş bû, min ew bi kar neanîn.” Yaş, aşkere kir ku notaya stranan ji aliyê hunermend Mihemed Ferha, Evren Koç û Eriş Dervişoğlu hatine amadekirin û Evren Koç sererastkirina notayan kiriye.

‘Me muzîka kurdî esas girt’

Zeynep Yaş diyar kir ku di pirtûkê de ne tenê stranbêjên kurd, heman demê stranbêjên ji eslê xwe ne kurd ên wek Xosrof Malool, Karabetê Xaço, Aram Tîgran ku strana kurdî gelek xweş gotiye jî hatine tomarkirin û got, “Me ji taybetiya nijadî bêhtir bala xwe da ser stranbêjiya serkeftî ya bi kurdî.” Yaş, bi bîr xist ku wan cih daye hunermend û amûrjenan jî û got, “Bo nimûne, me bilûrbêjê herî baş, sazbendê herî serkeftî ligel jiyanname û qeyda dengan dan.”

Yaş diyar kir ku dema wan lêkolîn kiriye, pê hesiyaye ku gelek stranên kurdî ji bo tirkî hatine wergerandin û got, mebesta me bi vê xebatê ew e ku dîroka muzîka kurdî tomar bikin. Yaş weha got, “Bo nimûne Elî Xendan ku qeydên wî di vê xebata me de hene 132 salan jiyaye. Ji bo wî bernameyek hatibû amadekirin, gava min temaşe kir, min ev agahî bi dest xist. Ev hunermend ji bo gelek stranbêjên Soranîaxêv serçavî ye. Em dizanin ku gelek stranên îro ji wê demê ve mane û gihîştine îro.”

‘Me ji qadên cihê cihê qeyd dan hev’

Yaş aşkere kir ku wan qeyd ji warên cuda cuda bi dets xistine û weha behsa pêvajoya arşîvkirinê kir: “Gava me lêkolîn li ser hunermendekê dikir, der barê wî de çi hebe, belgei qeyd, tev me hewl da bi destê yekem bi dest bixin. Berê di piyasayê de çi hebe me da hev, gava ev têra me nekir, me xwe gihand malbatê, ji wir me xwe gihand arşîvan û stranên gelek hunermendan me li ser înternetê peyda kirin. bo nimûne Xosrof Malool heta Amerîkayê em ketin pey şopa wî. Li wê derê çi xebat ser wî hatine kirin, me dane hev û anîn. Li Başûr hevalên koleksiyoner hene ku karê baş ê arşîvê kirine, min gelek ji wan sûd wergirt. Her weha radyoyên kurdî arşîvên xwe bom in vekirin, gelek fêda wan gihîşte min. Dam û dezgehên bi ser Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê û Radyoya Duhokê gelek alîkariya min kirin. Bo nimûne, min nekarî biçim Kafkasyayê, hevalên wê derê gelek alîkariya min kirin. stranên kurdên êzdî yên Şengalê min berhev kirin, kê destek da min, min navê wan lêkir. Min diyar kir ka ji kê sûd wergirtiye.”

Hunermendên jin hene

Zeynep Yaş amaje pê kir ku wê ji Elmas Muhamed, Meryem Xan, Fevziye Muhamed, Gulbahar, Nesrîn Şêrwan heta Delîlayê 15 hunermendên kurd ên jin jî di vê pirtûkê de qeyd kirine û got, 28 hunermendên jin jî dê di cilda sêyan a pirtûkê de cihê xwe bigirin.

http://www.diyarbakir.bel.tr/