Share |

Şanoger Erdal Kaya: Ez jî heyranê dayika xwe me…Hevpeyvîn… Engin Ölmez

Şanoger Erdal Kaya
Şanoger Erdal Kaya
  • -        Xeyala te ji bo kurdan çi ye?

     

    -        Ji ber ku em karê hunerê dikin û di nav karê hunerê da ne, ji bo gelê xwe ji bo kurdan ku yek xeyalan difikire tu dikî nakî xeyalên te jî li ser hunerê dibin. Tu çi karî bikî xeyalên te jî li ser wî karî çêdibin. Xeyala min jî ji bo kurdan, hunera ku em dikin, hunera ku kurd dikin, ev zordarîya li ser hunerê, ya yekê mirov dixwaze rabe. Kurd azad bin ji bo ku bikaribin hunera xwe li her deverê bi azadî bikin. Çimkî zordarîyek li ser huner, çand û zimanê kurdî heye. Ew astengîyeka mezin derdixe ji ber wê jî ez dibêjim kurd potansîyela xwe zû bi zû nikarin derxin holê. Potansîyeleka mezin di nav kurdan da heye ji alîyê hunerê ve. Ez dibêjim ev huner azad bibe, ev astengî li serê tunebe kurd dê hunera xwe nîşanî hemî dinayayê bidin. Dê karên gelek gelek baş derxin. Ji alîyê sînema, şano û stranan ve dê karên gelek baş derkevin. Dema ku ev kar derketin dê hemî dinya van karan bibînin û li ser biaxivin.

     

    -        Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgînîyeka te heye?

     

    -        Aniha ez bi zimanê kurdî Stand-Upê dikim ya bi navê Vik û Vala. Ev karê me berdewam dike. Em li turneyê ne, em li gelek bajaran digerin. Kurd li ku bijîn em dixwazin herin wan bajaran û xwe bigehînin temaşevanên xwe. Stand-Upa me berdewam e. Ez dikarim mizgînîyeka wiha bidim, em ê biçin dîyasporayê/ewropayê. Nîyeta me heye li ewropa û li Amerîkayê, kurd li ku bijîn em Stand-Upa xwe bibin wan deran û bigehijînin wan jî. Çimkî ji wan deran jî gelek peyam tên xwe digehijînin me dibêjin “werin ewropayê jî” ji ber vê yekê jî em berdewam in, em ê biçin ewropayê jî. Ji xeynî van jî, ji ber ku yên nikarin temaşe bikin û yên ku em nikarin xwe bigehînin wan zêde ne, piştî ku Vik û Vala qedîya em ê li ser medyaya civakî/platformên dijîtal belav bikin. Ew jî dê bikaribin temaşe bikin. Piştî wê jî aniha em hazirîya xwe dikin ji bo Stand-Upeka nû, em dê yeka nû jî derxin û bajar bajar bigerin û derkevin pêşîya temaşevanên xwe.

     

    -        Heyranîya te ji bo kîjan şexsîyet/an heye, çima?

     

    -        Wekî hemî kurdan ez jî heyranê dayika xwe me. Heyranîyeka min ya mezin heye ji bo dayka min. Ez bawer im kurd hemî jî wilo difikirin. Daykên me kurdan zehmetîyeka mezin dîtîne. Dayka min jî wilo ye. Ez li gundî mezin bûm, dayka min gelek zehmetî dîtin. Dixweset zarokên wê tev bixwînin û ji bo wê hewil da û zehmetîyeka mezin dît. Û em hemî dane xwendin. Ji bo ku em bixwînin em hatin bajarî.  Em bûne xwedî meslek. Ji biçûkatîya min heta niha lîstikvanî di serê min da hebû û dayka min pişgirîyeka mezin da min, li pişta min bû. Vê gavê jî wisa ye, tê hemî lîstikên min. Tê promîyerên lîstikên min. Tam bûye rexnegirek, rexneyên gelek xweş dike. Bûye temaşevaneka xurt ku ev gelek keyfa min tîne dema dayka min tê lîstikên min temaşe dike û rexneyên xwe dike. Ez wê ewkê jî di çavê wê da dibînim dema li civata pesnê min dide ev gelek keyfa wê tîne. Ev mesele keyfa min jî tîne. Ez heyrana dayka xwe me ji ber ku kedeka mezin da me. Hîç nesekinîye. Ez jî wekî mînakeka xwe dibînim. Em gelek zehmetîyan dibînin lê em nasekinin em hunera xwe dikin bi zimanê dayka xwe. Her hebin daykên kurd!

     

    -        Heke mimkun bûya te dixwest çi şîyanên te hebin û ji bo çi bi kar bînî?

     

    -        Heke minkun bûya min dixwest qudreteka min ya halo hebûya. Yanî mixabin hinek kurdên me hene gelek tiştan layiqî kurdan nabînin. Neheqîyeka mezin li xwe dikin. Ez bêjim kurdên me karê sînemayê dikin, hinek kurdên me yên din tên dibêjin ê ka ma kurd jî dizanin şanoyê bikin! Tu stranbêj î, yaw ka ma kurd jî yên stranan in! Hinek tiştan nabînin an jî kurdên din layiqî tiştan nabînin. Heke minkun bûya min dixwest vê bêhêvîyê ji holê rakim. Çimkî bêhêvîyeka mezin di nav hinek kesan da heye. Lê ez dîsa dibêjim ev neheqîyeka mezin e. Wê neheqîyê li xwe dikin mixabin. Çimkî kurd jî wekî hemî dinyayê dê ji alîyê hunerê ve her tiştî bikin. Yanî dikarin sînemayê bikin, fîlmên xweşik derxin, şanoyê bikin, stranan bêjin û ez bêjim wêneyan bigirin. Hene jî, gelek gelek kurdên me, yê ku karê hunerê dikin, yên karê wêneyan dikin, stranbêjên me, şanogerên me, sînemagerên me yanî gelek gelek baş in û ber bi başîyê ve zêdetir jî diçin. Ez dibêjim kurdên me bila bêhêvî nebin û bila ji xwe hez bikin. Her bijî zimanê kurdî û ez dibêjim her bijî hunera kurdî!

     

     

    botantimes