Share |

Şanoya “Kêlîkekê Were” Li Ser Dika Navenda Hûrî Hat Pêşandan.

Koma Ş.”Yekta Herekol” îro li Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê li Amûdê şanoyek bi navê”Kêlîkekê Were” da pêşandan.    

Ev şano bi amadebûna xelkên deverê û hezkerên şanoyê bi rê ve çû.

Naveroka şanoyê li ser kesekî bû ku hewl dida dengê nayê li jiyanê belav bike, anku dengê rastiyê lê mirovek dibû rikber jê re.

Derbarê vê mijarê derhênerê sînemayî û lîstikvanê şanoyê Xazî Sadûn ji Bûyerpress da xuyakirin ku pêşandana vî karî bi amadebûna xelkên Amûdê li ser mirovekî perîşan e çêkerê bilûrê ye, û mirovekî bi navê Efraz e ku dixwaze dengê vê bilûrê qut bike.

Hêjayî gotinê ye ku nivîskarê şanoyê Ezîz Nisîn e , ji    amadekirin û wergera Beşîrê Mele Niwaf e û ji derhênana derhêner Hesen Remo ye.

 

buyerpress