Share |

Şeva imzekirina pirtûkan li Hewlêrê

Di bin çavdêriya dezgeha Sema ya çandȋ ȗ hunerȋ ȗ bi beşdarya hejmareke ji rewşenbȋr ȗ beşdarvanan, di roja ȋnê 26 gulana 2023 şeva imzekirina du pirtȗkên nivȋskarê Kurd Enes Qasim li hola Sema li Capȋtol Hotel Hewlêr.

Pirtȗka yekem  romana (Pîrejinek Efrînî pêdariyê diçînê )

Pirtȗka diwem lêkolȋnê (Terazûyên helbesta kurdî)   

Şev ji aliye helbestvan Simko Omer Lalê ve hate peşkeş kirin ȗ hunermend Ezdeşêr Xelo bi hin stranan beşdarȋ şeve bȗ ȗ herweha helbestvan Ecder ȋso jȋ hin helbestên xwe xwendin ȗ gotobêj ȗ pirsan ȗ imzakirina pirtȗkan şev bi dawȋ bȗ.

 

Hêjayȋ gotinê ye ku nivȋskar Enes Qasim ji gundekȋ nêzȋkȋ bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê ye ȗ li Siwêd neştecih bȗye ȗ nêzȋ deh pirtȗkan ji her cȗriyê wêjeyê çap ȗ belav kirine.