Share |

Şeva Rêzlêanîna Xelef Zêbarî Li Diyarbekirê

 

Şaredariya Sûrê, Komeleya Nivîskarên Kurd, Komeleya Rojnamevanên Kurd li Washingtonê, ji ber xebatên dûrûdirêj şeveke spasdariyê ji bo rojnamevan û helbestvanê kurd Xelefê Zêbarî saxkirin.

Şev li Mala Hunerî ya Şaredariya Sûrê, hate saxkirin, Serokê Şarevaniya Sûrê Abullah Demirbaş, Cîgirê serokê şaredariyê Mihemed Elî Altinkaya, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Diyarbekirê Şêxmûs Sefer, Helbestvan Arjen Arî, nivîskar Şêxmûs Dîken, hunermend Farqîn û gelek kesayetiyên rewşenbîr û nivîskar di şevê de amade bûn.

Ji ber hevkariya wî ya vê şevê Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş û edîtor û pêşkêşvanê Dengê Radyoya Emerîka Robîn Reşvan hatin xelat kirin. Strana bi navê "Nesrîn" ku ji peyvên Xelef Zêbarî bû ji aliyê hunermend Farqîn û Yılmaz Kurttekîn ve hate pêşkêş kirin.

 

Semakurd/Diyarbekir