Share |

Şevek helbest xwendinê bo karîseta şingalê li Almaniya

Bi helkefta bîranîna diwemîn ya karîsata Şingalê, Komela çandî ya Kurdî li bajarê Miyonix (München) li welata Almaniya rabû bi li darxistina şevekê bo helbestvanê navdarê Kurd Dr. Bedirxan Sindî.

Bi beşdariya hejmareke baş ji revenda kurdî li wî bajarî û bi vexistina Findan li ser giyanê şehîdên şingalê, şev destpêkir û bi axaftinekê ji layê Dr Bedirxan ve li ser dîrok û fermanên bi serê Kurdê êzîdî de hatine ji dema dewleta Osmanî heya dema êrîşa teroristî ya Da’iş li ser herêma şingalê û xwendina komek ji helbestên xweyî li ser Şingal û qîrkirina bi sere Kurdên êzîdî de hatî şev bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku ev çalakî di çerçefa gereke Sindî li welatê Eurûpa yê ye û di dema pêş de çend çalakiyên dî li hin deverên dî yê Eurûpa wê bên li dar xistin.

Hozan Emîn