Share |

Şeveke rewşenbîrî li Hewlêrê

Di berdewamiya kar û çalakiyên xwe yê wêjeyî û bi hevkariya yekîtiya nivîskarên Kurdistan- Sûriye.

roja înê 23-adarê 2018 li demjimêr 7 evarê Dezgeha Semakurd ya çandî û hunerî. şeveke wêjeyî rewşenbîrî li Hola konfiransa li Hotêla Capîtol Hewlêr li dar xist bi beşdariya hejmerekê ji wêjhez û rewşenbîrên kurd li hewlêrê, ev şev bi beşdariya nivîskar Dr Ferîd Sedûn li ser mijara ( Kurd di navbera rewşenbîr û siyasetê de) simênarek pêşkêş kir  û nivîskar şemis enter jî çend kurteçîrokên xwe xwendin û helbestvan Zorab Ezîz şevbihêrk bi rêve bir.