Share |

Şivan Perwer û û Îbrahim Tatlises li Hewlêr hevdîtin

Li Hewlêra paytextê Kurdistanê hunermênden kurdên naskirî Şivan Perwer û Îbrahim Tatlises hatin ba hev.

 Di hevdîtinê de Şivan Perwer got: Ez û kekê Îbrahim bangî  hemû hûnêrmendên Tirkiye dikin, bila tevlî vê pêvajoyê bibin.

Li Hewlêr Otela Diwan hûnermendên kurd yên ji Rihayê Perwer û Tatlises hatin ba hevûdin û peyamên aşitiyê dan. Tatlises û Perwer axavtina bihevre carna kurdî û carna tirkî kirin.

Şivan got ku ew di zarokiya xwe de Îbrahim Tatlises nasdike û dema li Rihayê bûn dihatin ba hevûdin.

Şivan Perwer di peyama xwe de behsa vê pêvajoya hevdîtinên Ocalan û dezgehên dewletê kir û got: Ez û kekê Îbrahim bangî hemû hûnêrmendên Tirkiye dikin, bila pişgiriya vê pêvajoyê bikin. Eger pêşeroj û dostaniya gelan bixwazin divê pişgiriya vê pêvajoyê bikin.Divê li gel dewletê li gel hukumetê bikevin di nav vê pêvajoyê de. Divê ji dil û bi tolerans nêzikî vê pêvajoyê bibin. Veca pêwiste Tirkiye bête guhertin.Divê berbi demokrasiyê ve, mafê mirovan ve herin û qanunên dewletê wekhevbin.

 Ibrahim Tatlises jî peyama xwe de got: Kesên vê nûçeyê bibînin bila nebêjin qey em bi çerçova bernameyekî de hatine bahev.Ne min dizaniya Tu(behsa Şivan dike) li vê derêyî û ne jî te dizanî ez li vê derê me. Dema em ketin hindiru de me hevdît. Bila kesek niyetet xirab di vê yekê de negerê. Em ji bo spehiyatiyê hatin ba hev.Ji bo rastiyan hatin bahev. Birêz Mesud Barzanî di vê karî de destê xwe kiriye di bin kevir de. Ez bawer dikim ku ew jî aşitiyê dixwaze.

Dema min Barzanî dît min jî gote pêwiste hun jî destê xwe bêxin di bin kevir de, Barzanî got min: Bi şer nabe. Diyalog pêwiste.

Baweriya min serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan jî heye.Ew dê vî îşî çareser bike.

  Rojeva Kurd