Share |

‘Mîrê Bilûrê’ Egîdê Cimo Koça Dawî Kir

‘Mîrê Bilûrê’ Egîdê Cimo
‘Mîrê Bilûrê’ Egîdê Cimo Koça Dawî Kir

  

Bilûrvanê navdar ê kurd Egîdê Cimo ku di nav kurdan de wekî "Mîrê Bilûrê" dihat nasîn wefat kir.

Malbata Egîdê Cimo ji Qelqeliya Wanê bû û koçî Ermenistanê kiribû. Cimo di sala 1932'yan de li Erdeşêra Ermenistanê hat dinê. Wî ji zarokatiya xwe ve dest bi pifkirina bilûrê kiribû û heta wefata xwe jî bilûr ji dest deavêtibû.

Bilûrvan Egîdê Cimo bi dehan salan di Redyoya Erîwanê de ji bo gelek hunermendan li bilûrê dabû.

Cimo gelek caran hatibû Bakur û bi taybetî kurdên Bakur gelek jê hez dikin.

Bi navê "Awazên Bêhna Axê" albuma wî ya enstrumantal li Bakur ji aliyê Kom Muzîkê ve hatibû tomarkirin. Her wiha ligel vê wî di gelek albumên din de jî bi bilûra xwe cih girtibû. Cimo di serî de li Amed û Stenbolê ligel bajaran bi bilûra xwe konser dabû û kurd pê gelek şaş bûbu.

Wî di fîlmê Hinar Selîm "Vodka Lemon", di belgefîlmê Bulent Gunduz "Evdalê Zeynikê" de lîstibû. Her wiha di bin banê Konservatuara Aramê Tîgran de derhêner Îbharîm Yildirim bi navê "Welatê Min Kurdistan e" belgefîlmekî li ser jiyana Egîdê Cimo kişandibû.

Diyarname