Share |

“ Wênekêşiya kurdan” Dosya Kovara W ye hejmara 41

bergê Kovara W hejmara 41ê

 

* Ji  edîtor / 2

* Serpêhatiya çîrokê - Îlhamî SÎDAR / 3

* Xew û hiş-yarî - Welat DILKEN /7

* Dilketiyê - Azîz NESÎN / 8

* Ke ti şêrê rijîyeno no şaristan - Ahmet TELLÎ / 11

* Allah-û ekber - Amed ÇEKO JIYAN / 12

* Hîkaye - Ayhan MERETOWAR / 15

* Tiliyên bi taya jibîrkirinê ketine - Evîn ŞIKAKÎ / 18

* Bêrîtan  - Îlhamî OZER / 19

*Rabin - Kamran SIMO HEDILÎ / 20

* Gelo çima - Rêzan NAS / 21

* Holik - Berfo BARÎ / 23

* Destar - Feratê DENGIZÎ / 24

* Rojek ji van rojan - Gabriel Garcia MARQUEZ / 26

* Meşa dereng - Robert FROST / 28

* Keça serhildêr - Çekdar SAVÛR (Dogan AYDIN) /29

* Dilawer Zeraq - Berken BEREH / 30

* Ji helbestên lerzerdê - Sidîq GORÎCAN / 31

* ! - ; … , () . ? ” : ‘  - Îmad BERNAS / 32

 

* Dosye - Wênekêşiya kurdan / 34

* Kurtenêrînek li ser dîroka wênekêşiyê li Kurdistanê -

          Dêrsim OREMAR / 35

* Paşa Îmrek: wênekêşê ‘Deq’an - Hevpeyvîn bi Paşa Îmrek re /38

* Di bin siya dîrokê de Kurdistan- Mehmet Masum SUER/ 40

* Dîrokî wêne le Kurdistan - Rênas NEWROZÎ / 41

*Wênekêşiya Kurdan û çîroka ‘em ên winda’ - Veysî ALTAY / 43

* “Wêne cemidandina demê ye” - Hevpeyvîn bi Mehmet Masum SUER re / 45

* Wêne ji belegeyeke mang û sakîn ta bînahiyeke tevgeran e - Teymûr EVDIKÊ / 49

 

* Berken Bereh, helbestkarê ku evîna xwe bêcîwar nahêle -   Dilawer ZERAQ / 54

* Hesretên “tu li ku yî” - Rêdûr DÎJLE / 58

* Demsala xeyalan - Ehmed BELEK / 59

*Bêdengî qêrîn e - Salih BADILÎ / 60

* Tûzik- Omer KURT / 64

* Sanikê binî dêsî - Îsmaîl GUVEN / 67

* Sêvê - Tahir URPER / 70

* Lawêsîna kevokan - Kurdjan SORÎ / 71

* Ez Cizîr im, dayîk im - Bahadîn ROBAR / 73

* Gola xezalan - A.Selam BARAN/ 75

* Dengvedana heyamekê - Şivan ZEREN / 78

* Xaçepirsa dengbêj û dengbêjiyê - Hîlmî AKYOL / 80

 

 

Xweşgotinek zarokîn coşiya bihara azadiyê û diyarî we ye;

Lovka piso,

Nan gariso,

Dergistîka Hiso,

Wer(e) ji mi(n) re…

 

Bila azadî bê ji me re… Adar û bihara kurdan mişt dagirtî ye; wek jiyana wan ku her tim li benda jîndarî, bişkuvîn û vejînê ye. Ligel êş û azaran û ligel sar û seqemê berê me li biharê ye. Bihara dilan û ya azadiyê… Her çiqasî zivistana bêar û qeşaya reşemiyê dixwaze hêviyan bicemidîne jî, evîna azadiyê ew ê tevayê cemedan bihelîne û dil û mejiyan bi tava pîroz germ bike.

 

Bi hewldanên xwendekar û evîndarên Wêjeya Kurdî Kovara W(e) ji çilê xwe derket û edî li hember jiyana dijwar bihêztir û xurtir e. Ev evîn wê leza ciwaniya wêjeyê hêjatir bike. Berê me li Newrozê ye, li sersal û pîroziyê ye. Ji niha ve dilê  ciwan bi germahiyê vedije.

 

Wêjevanê hêja, kedkarê Kurdî Evdila Warli û wergêr û nivîskarê navdar ê kurd Îbrahîm Yunisî çûn ser dilovaniya xwe, em sersaxiyê ji malbatan û wêjehezên kurd re dixwazin û dibêjin bila ciyê wan bihuşta baqî be. Domdariya xebatê ew ê sozdariya mîrateya wan be. Dîsa em komkujiya Helepçe û komkujiya 12’ê adarê ya Qamişloyê şermezar dikin.

 

Û Newroz hat!

Bi hemû kelecan, hêbet û agirê xwe tîn da me, agirê dilê me geş kir. Agirê vê Newrozê bû kujerê tirsê û banga dilê gel, banga dilê kurdan a azadiyê ji Amedê berz kir, kir qîrîna azadiyê û bû lehî ku êdî pêşî lê nayê girtin. Dilê azadiyê bi nêzîkî lê dixe.

 

Em 21’ê Reşemiyê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê, damezirîna Akademiya Zimanê Kurdî ya Ehmedê Xanî ya Amedê pîroz dikin. Akdemî li ser xêrê be û bi hêviya ku kurdîhez ji dil û can lê xwedîbin...

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ligel hemû zordariyan, bi hêviya azadiyê, pîroz be.

Dîsa bi germahiya kurdewariyê bi ya Konferansa Ziman a Neteweyî, dilgermiya biharê û hêviya yekîtiya kurdan û dilcoşiya Kongreya Netewî;

 

Newroza we Pîroz be...

Ev Newroz, Newroza azadiyê ye…! Newroza Jiyanî û Jiyana Newrozîn…

 

Em dixwazin jiyan bi dilê we be û afirîna wêjeya me canlidar be; bi vê hêviya Newrozî em li benda hêzdayîn û xebatên we ne…

 

Mijarên dosyayên me li benda ked û xebatên we ne; li gorî bernameya me;

* Ji bo hejmara Gulan & Pûşberê, mijara dosyeyê Hevrêtiya Pênûs û Firçeyê; Fewzî Bîlge ye, amadekarên vê dosyeyê Berçema Mişrîtan (berchema@gmail.com) & Kovara W ne.

 

* Ji bo hejmara Tîrmeh & Gelawêjê, mijara dosyeyê Cizîra Botan e, amadekarên vê dosyeyê Kovara Hawara Botan (kovarahawarabotan@hotmail.com) & Kovara W ne.

 

*Ji bo hejmara Rezber & Kewçêrê, mijara dosyeyê Sînemaya Kurdan e. Amadekarên vê dosyeyê Akademiya Çand û Hunerê ya Aram Tîgranê & Akademiya Çand û Hunerê ya Cegerxwînê & Kovara W ne.

Da ku peyv û heyva me hilê...

 

Navnîşan

Kalem Sk. No: 32/4 Huzurevleri

Kayapınar/DİYARBAKIR

 

Tel & Faks: +90 412 237 43 16

 

E-Mail

kovaraw@yahoo.com

kovarawe@hotmail.com

 

ISSN: 1309-1476

 

 

 

Şertên Abonetiyê

Nava Welat, salek: 30 TL

Welatên Dereke, salek: 70 EURO