Share |

” Parka Xwendinê " Li Qamişlo hat vekirin

 

 

Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, li taxa Xerbî (Rojava) ya bajarê Qamişlo bi dirûşmeya "Civak bi xwendinê dijîn” Parka Xwendinê vekir.

 

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên civaka sivîl, nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û nûnerên hindek partiyên siyasî tev li merasîma vekirina parkê bûn.

 

Deriyê parkê ji aliyê nivîskar û lêkolîner Salih Heydo ve hat vekirin. Paşê perde ji ser 4 peykerên wêjevan, helbestvan û nivîskarên Kurd; Osman Seberî, Cegerxwîn, Şêrko Bêkes û Mûsa Anter hat hildan.

 

Paşê beşdar di hundirê parkê de geriyan. Di vê çarçoveyê de hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm ji ajansa me re axivî. Leyla destnîşan kir ku wan bi armanca di civakê de xurtkirina çanda xwendinê û pirtûkan Parka Xwendinê vekir.

 

Leyla Îbrahîm di dawiyê de got ew bi hêvî ye ku çanda xwendinê di nava civakê de bi awayekî berfirehtir belav bibe û wiha got: "Ev park ji hemû rewşnebîr û hezkiriyên xwendinê re ye û deriyê parkê li pêşiya her kesî vekirî ye."

 

Di parkê de pirtûkên mîna çîrok, roman, wêje, helbest, şano, pirtûkên dîrokî û şaristanî, huner, muzîk, siyaset, her wiha pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene. Pirtûkên bi zimanê kurdî, erebî, tirkî, îngilîzî û suryanî tê de hene.

 

(bx/bm)

 

ANHA