Share |

100 saliya Rewşenbîr û Rihsipîyê Kurd Musa Anter

 

 

1’ê Tîrmehê, rojbûna nivîskar û rewşenbîrê Kurd Musa Anter e.

 

Li gor nasnameya fermî Musa Anter di sala 1920’an de li gundê Zivingê ya Mêrdînê ji dayik bûye.

 

Zarokên wî jibo 100 salîya wî çend bernameyên pîrozbahîyê amade dikin.

 

Kurê Musa Anter, Dîcle Anter dide zanîn ku berîya belavbûna virûsa korona hatibû plan kirin gelek bername were çêkirin, lê ew hemî hatin paşxistin.

 

“Me dixwest li Amed, Hewlêr, Stenbol, Parîs û Mêrdînê du hefte jibo pîrozbahîyên rojbûna bavê min, bernameyên wek konsert, panel, pêşangeh li dar bixin. Lê jiber jiber belavbûna vîrusa korona hemî bername hatin paşxistin.”

 

Anter dibêje ku ewl hewil bidin ku hin bernameyan li ser înternetê belav bikin.​

 

Kurtejîyana Anter

 

Apê Mûs di sala 1920'an de li gundê Zivingê ya Nisêbînê hate dinê û xwendina xwe ya lîsê li Edenê û zanîngehê li Stenbolê qedand.

 

Ew di sala 1944'an de bi Hale'ya keça nivîskar û zanayê Kurd Evdirehîm Rehmî yê Hekarî re zewicî û bi navê Anter, Rahşan û Dîcle sê zarokên wan çêbûn.

 

Anter di rojnameyên Şark Postasi, Dicle Kaynagi, İlerî Yurt de nivîsar, pêkenok û bîranîn nivîsîn.

 

Ew yek ji endamên Doza 49'an bû û jiber helbesta xwe ya bi navê Qimil, li dijî Anter doz hatibû vekirin.

 

Anter di darbeyên leşkerî yên salên 1960, 1971, 1980'an de hatibû girtin û bi giştî 11 sal li zindanê hatibû girtin.

 

Ew yek ji damezrenerên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) bû û herî dawî di rojnameyên Welat û Ozgur Gundem de dinivîsî.

 

Anter di 20'ê Îlona 1992'an de, di êrîşeke çekdarî de li Amedê hatibû kuştin.

 

Her sal ser navê wî pêşbirka rojnamegerîya Kurdî jî tê darxistin.

 

Xecîcan Farqîn- dengeamerika