Share |

124emîn salvegera rojnamegeriya kurdî

 

 Roja 22 nîsanê 2022an 124 sal bi ser derketina yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê “Kurdistan” re derbas dibe.

 

Îro 22 Nîsanê û sed û bîst û çaremîn salvegera derketina yekemîn rojnameya kurdî ya “Kurdistan” e. Hejmara yekemîn ya rojnameya Kurdistanê roja 22yê Nîsana 1898 li paytexta Misrê-Qahîrê û ji aliyê zanayê kurd Mîqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin. Destpêka weşandina Rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin. Roja destpêka derxistina rojnameya Kurdistanê îro ji aliyê hemû dezgehên kurdî û her wiha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve weke destpêka rojnamegeriya kurdî tê qebûl û pîrozkirin.

 

Bi giştî 31 hejmar ji rojnameya Kurdistanê derket. Ji hejmara yek heta pêncê li Qahîrê derket, ji hejmara 6 heta 19 li bajarê Cenev a Swîsrê, ji 20 heta 23 dîsa li Qahîrê, hejmara 24 li Londonê, ji hejmara 25 heta 29 li Almanya û 30 û 31 jî dîsa li Cinêvê hat derxistin.

 

Sedema ku rojname li çend welatan derket û derketina wî qût dibû, ji ber wê yekê bû ku Misir û hemû navçe di bin desthilata Osmaniyan de bû, dibe ku wê çaxê nehiştibin hemû hejmarên rojnameyê li Qahîrê derkevin, nexasim ku bi navê Kurd û Kurdistan bû.

 

Hejmara 31, çapa dawî ya Rojnameya Kurdistan bû û piştî wê ti hejmareke wê rojnameyê derneket û dawî li weşana wê hat.