Share |

14.mîn Pêşengeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê

Roja Çarşemê 3 Nîsanê 2019ê 14.mîn Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê tê vekirin û 10 rojan berderam dike.

 

Amadekariyên vekirina Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê bidawî bûne. Cudahiya pêşangeha îsal ji ya sala borî ew e, îsal mezintir dibe û nêzîkî 300 weşanxane tê de beşdar dibin.

 

Rêvebirê Pêşangehê Herdî Omer ji K24ê re ragihand, ji 3yê mehê heta 13ê meha Nîsanê 14.mîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê tê vekirin û 300 weşanxane ji 21 welatên cuda tê de beşdar dibin.

 

Herwaha got: 50 dezgehên biyanî, 200 dezgehên Erebî û 40 dezgehên Kurdî tê de beşdar dibin. Rojane hejmarek ji çalakiyan di pêşangehê de birêve diçin û 100 rewşenbîrên navxweyî û derveyî welat tê de beşdar dibin.

 

Navborî got, pêşangeh rengûreng dibe û nêzîkî 1 milyon pirtûk tên pêşandan. Herwiha pirtûkên bîr û baweriya tundrewiyê tê de hebin jî, hatine qedexekirin.

 

BasNews