Share |

15ê gulanê Roja Zimanê Kurdî …Konê Reş

Xwediyê HAWARê mîr Celadet Bedirxan
Xwediyê HAWARê mîr Celadet Bedirxan

(Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin.

Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê  mader ji bo her miletî  êdî ne wezîfeka şexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine ji bo ko mirov bikare  xwe ji miletekî bihesibîne  divêt bi kêrî wî bêt..).

Mîr CeladetBedirxan, kovara Hawar, hejmara (40) Şam/1942.

 

15 gulanê,ev roja ku yekemîn car kovara HAWARê li Şamê ji rex mîr Celadet Bedirxan ve hatiye weşandin û di nav Kurdan de hatiye belavkirin.

   Vejandina vê rojê, ku keç û xortên me yên ku dûrî zimanê dayika xwe ketine li zimanê xwe vegerin, bi zimanê xwe biaxifin, bixwînin û binivîsinin.. Jixwe zargotina me, ya ku bav û bapîrên me, di nav çerx û dewranên salan de afirandine û li pey xwe hiştine û roja îro gelek jê li ser zardevê kalemêr û pîrejina ye bidin hev.. Ew zargotina ku li hêviya komkirin û nivîsandinê ye.. Di baweriya min de her ku kalemêrek an pîrejinek ji wan dimire, pirtûkxaneyek me pêre tê şewitandin..

   Werin, em vê rojê li gelê xwe pîroz bikin û xelkên xwe agahdar bikin ku, her sal di wek vê rojê de, Xwediyê HAWARê mîr Celadet Bedirxan bibîr bînin..

 

Konê Reş, Qamişlo, 15.05.2015