Share |

15.mîn festîavala şanoya kurdî ya Seqizê destpê kir!

Roja 28.11.2018ê festîvala şanoya kurdî ya Seqizê bi amadebûna hunermendên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û grubên beşdarvan ve li bajarê Seqizê dest bi karên xwe kir.

Rêveberê 15.mîn festîvala şanoya kurdî ya Seqizê Dr. Qudbedîn Sadiqî ji çapemeniyê re ragehand: ‘’15.mîn festîvala şanoya kurdî ya Seqizê duh 28.11.2018ê destpê kir û heya roja 02.12.2018ê dê berdewam be.’’ Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku 52 derhênerî ango 38 şanoyên navxwe û 14 şanoyên biyanî geheştine festîvalê û ji aliyê hakemên pispor ve hatine helbijartin.

 

Qudbedîn Sadiqî got: ‘’Di vê festîvalê de 9 grubên şano li ser bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û çar grub jî li herêma Kurdistanê ve şanoyên xwe dê pêşkeş bikin û berevajî salên borî di vê festîvalê de pêşbirk nebe, tenê du grubên serkeftî dê moleta beşdarbûna festîvala Fecir a Tehranê bidest bixin.’’

 

Şerîf Felah-BasNews