Share |

15mîn salvegera koça helbestvanê navdar Tîrêj

Tîrêj

Roja 23ê Adara sala 2002 an seydayê Tîrêj koça dawî li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê kir.

Helbestvan resen Tîrêj Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye di sala 1923´an de li gundê Nicmok li ser riya Qamişlo û Amûdê hatiye dinê..

Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitikê bi cî û war dibin. Tîrêj li wê derê û li cem Mele Îbrahîmê Golî, Qur’anê û çend pertûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên kurdan, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike.

Ew, di sala 1937´an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. Pênc salan li wê dibistanê xwendiye. Lê ji ber mercên aborî xwendina xwe nedomandiye.

Li wê derê, têkiliyên wî bi helbestvanên mezin Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt bûye. û di bin bandore wan de evîna helbestnivîsandinê di dilê wî de çê dibe. Bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurda, seydayê Tîrêj jî, di nava civata xoybûnê de cihê xwe girtiye. Ligel nivîsandina helbest û çîrokên têkoşînek ramyarî jî meşandiye.

Di sala 1952’an de bi destê parastinê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên ne belavbûyî jî tê talan kirin.

Berhemên wî yên çapkirî ev in:

Dîwana Xelat, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1985.

Dîwana Zozan, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1990.

Dîwana Cûdî, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1998.

Serpêhatiyên Kurdan (1): Çapa yekem di sala 1992'an de li weşanên Zanîn_(kovar)ê û li sala 2014'an ji no ve, di gel wergera Farisî, li Îranê çap bû.[1]

Di roja şemiya 23’ê adara 2002’an de, demjimêr heştê êvarî li nexwêşxaneya Dr. Îsam Bexdê li bajarê Hisîçe li Cizîrê, helbestvanê helbesta resen seydayê Tîrêj çû ber dilovaniya Xwedê.