Share |

16. Festîvala Gelawêj Dest pê kir

 

 

Roja pêncşembê 15-11-2012  li bajarê Silêmanî, bi navnîşana ``Ciyawaziyekan le Terîfey Gelawêj da Dedrewşinewe`` şazdemîn festivala wêjey ya Gelawêj hate sazdan.

 

Serokê navenda wêjey û ronakbîriya Gelawêj Newzad Eswed, li daxûyaniyeke rojnamevanî de ragihand, di xula îsa ya festivala Gelawêj de, berhemên herî zor ji navxwe û ji derve gihiştine komîteya amadekara festîvalê.

Ev jî da zanîn ku, biryare li xuleya îsal de, hijmarek ji nivîseran, rewşenbîrên herêm û yên welatên derve amade bin û dê heta çend rojekî jî dê berdewam be.

Weha jî got ku, di vê festîvalê de, dê Helbest, çîrok û lêkolînên wêjey dê bibin kandînên xelatên festîvalê û bo yekemîntiyê dikevine pêşbirkê.

Z. A. – N. M / C. M