Share |

20 Saliya Koçkirina Seydayê Tîrêj (1923 – 2002)…Konê Reş

Seydayê Tîrêj û Konê Reş
Seydayê Tîrêj û Konê Reş

Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan

Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e

Gorî te bikin cerg û dil û mêlak û hem can

Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûre..

 

Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî

Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî

Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî

Warê me welat e ey heval, rêka me dûr e..

Meydane ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar

Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar

Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar

Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e..

 

 Wek ku diyare, tev şîn û şadiyên me di meha Adarê de ne. Koçkirina seydayê Tîrêj jî, di 23ê vê meha Adar de ye. Anku di roja 23 Adarê 2022, (20) sal derbas dibin. Bi vê helkeftinê kêfxweş dibim ku xwendevanan serwextî bandora seydayê Tîrêj di nav kurdên Binxetê de bikim.

  Bi helkeftina ku di roja (23.03.2022)an de, 20 sal di ser koçkirina Seydayê Tîrêj re derbas dibe, bi min xweş e ku bibêjim; Seydayê Tîrêj, helbestvanekî Kurd bû ji nifşê Kevin, ew nifşê ku ji destpêkê de pîş bi nivîsandina Kurdî Latînî kiribû. Roja îro piraniya wî nifşî koçkirine wek: Mîr Celadet Bedirxan, Dr Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Reşîdê Kurd, Osman Sebrî, Cegerxwîn, M. Ehmed Botî, Melle Ebdulhadî, Melle Ehmedê Namî… Seydayê Tîrêj jî, heval û hogirê van kesan bû û bi wan re ketiye kar û bare xebat û berxwedanê de, di meydana ziman, tore û rewşenbîrîya Kurdî de xebitîye; bi teybetî nivîsandina bi zimanê Kurdî û ji wî heyamê dûr ve berhemên xwe di kovarên Bedirxaniyan de belavkirine, ew kovar û rojnameyên ku di navbera salên (1932-1946)an de li Şamê û Bêrûtê çap û belav dibûn, wek Hawar û Ronahî li Şamê, di bin berpirsyariya Mîr Celadet Bedirxan de, (Roja Nû û Sitêr) li Bêrûtê di bin pirsyariya Dr. Kamîran Bedirxan de.

 

Konê Reş, Qamişlo, 22.03.2022