Share |

21 heyva Sibatê roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanî ye…Nivîskar û Lêkoler: Biradostê Mîtanî

21 heyva Sibatê roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanî ye
21 heyva Sibatê roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanî ye

21 heyva Sibatê roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanî ye. Ev cejin pîroz be û dergihê roja azadiya hemû zimnên bindest be  ,bi taybet zimanê Kurdì. Xwîşk û birayên delal : Bi vê helkeftina pîroz bo we Buxteyek li ser dîroka Zimanê Kurdî.

 

Dîroka zimanê kurdî ya nivîskî dirêj e dikeve kûrahiya serdema nûjen û tîpên wêneyî û yên sembolî û piştre dema bihtrî 4000 sal beriya zayînê, dema   kurdan dinivîsandin bi xêzên mîxî  mîna Someriyan weke hemû êl û gelên din ên di Mezobotamiyayê de ji aliyê Horî , Gotî , Êlemî ,Kaltî û Mîtanî , û piştre jê re digotin zimanê zindî û wilo ta bawermendiya kurdan bi xudakê mîtra( Roj)hat jê re digotin zimanê mîtrayî. Lê zimanê kurdî bû zimanê fermî di dewleta Mîdî de 729an B.Z, li cem Kurd û Faris û pêkhateyên dîtir ên di wê dewletê de. Di dema pêxember Zerdeşt de zimanê kurdî xwertir û belavtir  bû , dema pirtûka ola Zerdeştiyê  Avista belav bû di rohilata navîn û Asyayê de, û wilo  ta Ewrupa jî ,jê  re di cîhanê de digotin zimanê avistayî.Lê mixabin ew ziman êşiya li ser destê Sikenderê Meqdûnî dema Avista di şewitand. Hêjayî gotinê ye em bibêjin:  Hijmara tîpên zerdeştî (44 ) tîp bûn.  Piştî ziman û ola zerdeştî qelis bû di dema Sikenderê Meqdûnî de Mislmantî hate Kurdistanê ol û zimanê kurdan qelistir bûn.  Di dema Sasaniyên Kurd  de tîpên Pehlewî yên ji kurdîtiya tîpên Zerdeştiyê hatin {Pêlewanî}  geş bû bûn di nav kurdan de, hijmara wan jî 42 tîp bûn, mîna  zimanên hebûn di cîhanê de, ew jî bû bû yê nivîsandin û Çandê  li cem kurdan û "Ehmedê kurê WEHŞIYÊ" dibêje" min (30) pertûk bi pehlewî dîtine û ji wan li şamê  hebûn, û di pirtûka xwe de ya binavê (  شوق المستهام في معرفة رموز الأقلام)  dibêje: Min du pirtûk ji wan wergirandin Erebî,  yek ji wan ser çandina dara xurmeyan bû û ya dî jî ser  derxistina avê ji binê erdê û avdaniya çandiniyê bû .Lê mixabin di dema Emewyan de li ser destê "Ebdil Melikê Mirwanî" erebkirin bi dijwarî  bikar hat û yê jê dijwartir "Hecacê kurê SEQEFÎ" bû, ku nûnerê Emewiyan bû li Iraqê, wî hemû pirtûkên pehlewî şewitandin û ya xirabtir berpirsiyarê dîwanê yê kurd "Zadan MEROX" kuşt û yekî Ereb di cihê wî de danî .Li ser zimanê pehlewî "M. Mehemed  Xinêmî HILAL" zimanzanê misrî dibêje: Zimanê Pehlewî yê kurdên kevnar e û wata wê gotinê jî zimanê çekdarên mêrxasên kevnar e (Ev di pirtûka Erebî refê yazdehan yê toreyî de di rûpelê 156  de ye ,ya hikûmeta Sûrî).   Piştî hatina misilmaniyê  û tevlîbûna tîpên pehlewî di nav zimanê Erebên cizîra Erebî de , kurdên me bi tîpên Qur'ana pîroz nivîsandin û ta niha beşekî mezin ji gelê kurd pê dinivîse li başûr û rojhilatê Kurdistanê bi navê tîpên  soranî yên ku ew in t,pên resen ên Kurdî ,ji ber ku ew ji yên Pêlewanî hatine.lê ji ber ku beşê herî mezin ji kurdan di bakûrê Kurdistanê de ye û nêzîkî çanda latînî ye, ew beş bi tîpên latînî dinivîse  û hewldan îro dibin ku yek rengê tîpên kurdî hebe ew rengê tîpên latînî be yê ku "Mîr Celadet BEDIRXAN" û zimanzanê ferensî "Rocêr LISKO" li şamê ji (31) tîpî afirandine  û cara yekemîn 15/5/1932(z) pê kovara Hawarê hat çapkirin û weşandin, lewre ew roj cejna zimanê kurdî ye. Her sal şahî û mehrecan li wê rojê tên lidarxistin.

 

 Koka zimanê kurdî Arî ye û ew ji malbata Hindo-Oropî ye, û çend devok û zaravên wî jî hene, zaravên serek ev in : 1- kurmanciya jorîn (weke ya me kurdên Rojava) 2- kurmanciya jêrîn(Soranî)  3- kurmancikî yanî Dimilkî yan Zazakî 4- Hewramî 5- kelhorî 6- lorî, û hinek zimanzan dibêjin ku Goranî jî zaravekî kurdî ye û ne devok e .  Îro bêtirî /65/melyon kesên kurd bi vî zimanî diaxivin li kurdistanê lê ew hijmar mestir dibe di cîhanê de, lê ji sedemên nejadperestî û stemkarî ew zimanê ku xwedê çêkirî kete bin siha metirsiyê de ku were asmîlasyonkirin yanî helandin, lê miletê  kurd li ber xwe da û xwe û zimanê xwe parast. Lii vir  hêjayî nîşandanê ye em bibêjin: ku rêxistina navnetewî Yonîsko dibêje: Zimanê kurdî yê 26an e di nav zimanê cîhanê de, yê bi xwertî  kes pê diaxivin .  Miletên cîhanê şahiyan li dar dixin bi cejna zimanê xwe 21-2yan û em kurd jî bi wan re ahingan   li dar dixin di wê rojê de, lê ya taybet ew e ku miletê kurd cejna zimanê xwe jî li dar dixe 15-5an bi helkeftina  weşana kovara Hawarê 15-5-1932yan li ser destê hêja "Mîr Celadet BEDIRXAN" bi tîpên kurdî latînî .Lewre ji me tevan tê xwestin bi taybet kesên ser çandê dixebitin wek nivîskar û rewşenbîr û zimanzan û ronakbîr û siyastmedar û kurdên me yên welatparêz tev xwe ji vê roja ku nêzîk dibe re amade bikin û helkeftinê pîroz bikin bi şahî û ahing û semînar û mehrecan û şevbiwêrkên zanistî.  di dawî de zimanê me nasnameya me ye, divê em wî biparêzin ji ber em werin parastin di riya vî zimanî re, wek axaftin û nivîsandin di hemû deran de, bi taybet di malên xwe de ji ber ew dibistana yekemîn e û divê em xwe perwerde  bikin li ser vî zimanî û arîkar bin jê re di hemû deran de nexasim perwerda Fermî di dibistanan de  ber hêvî û xewnên salan yên bûrî bicih hat û zimanê me pêş  dikeve wek xwendin û rêzmanî weke yê hemû miletan, lewre divê em jê re xwe biwestînin bi dilsozî çimkî va roja azadiya gelan hat û geya dibin keviran de namîne .

 

19-2-2024z. 29-11-2635Kurdî

Nivîskar û Lêkoler: Biradostê Mîtanî

 

 

 

XELAT