Share |

2mîn mihrîcana Yilmaz Guney dest pê dike

 

Veqfa Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney û Navenda Çanda Yuz Çîçek Açsin, di 3'ê Adardê de 2'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney pêk tîne. Bernameya mihrîcanê ya Îzmirê diyar bû.

2'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney, bi alîkarî û peşengiya Veqfa Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney û Navenda Çanda Yuz Çîçek Açsin ve di 3'ê Adardê de dest pê dike. Di çarçoveya mihrîcanê de dê panel, kurtefîlm, belgefilm, helbest, guhdariya muzîkê û gelek bernameyên din dên bên pêşandan.

Mihrîcan dê di 3'ê Adarê roja şemiyê li Veqfa Lêkolinên Civakî dest pê bike. Mihrîcan dê bi panela "Di Sînemeya Yilmaz Guney de Jin" dest pê bike. Di panela ku saet di 14.00'an de dest pê bike, dê Seroka Komeleya Jinan a Îzmirê Sevim Korkmazdinç û rojnameger Mazlum Vesek jî beşdar bibin. Bername di 7-8-9'ê Adarê de pêk bê, dê fîlmên kurt ên ji aliyê Fakulteyên Hunerên Xweşik a Zanîngeha Dokuz Eylulê ve hatine amadekirin bên pêşandan. Di 10-11'ê Adarê de li Navenda Kongreyê ya Tepekule filmên kurt û belgesel bên pêşandan.

 

Mihrîcan dê heta 11'ê adarê bi bernameyên cuda bidome.

Rûdaw