Share |

35 sal in heger ne bêhtir be hunermend im, mixabin carekê jî nehatime xelat kirin.

 Qado Şêrîn û hunermend Zubêr Salih

 

Hevpeyvîn bi hunermend Zubêr Salih re

 

-          ji min bê xwestin ez ji bo azadiya welatê xwe karim çekê jî rakim.

-          Pêşinyarek min ji nivîskaran re ye: nivîsên xwe kin bikin.

-          rengê mûzîka min cudaye û dimîne stayla Zubêr Salih

-          ev 35 sal in ez hunera xwe bi rêve dibim.

-          Ez bûm pir di nabera du cîlan da.

-          lê qet ne bûme hevalê tu rêxstin û partiyan.

-          35 sal in hunermend im, û bi gulekê jî nehatime xelatkirin.

-          Yekem tişt, ezê biçim ser gora şehîdên 12ê adarê.

 

Qado Şêrîn: Hunermend Zubêr Salih wek stranbêjê helbesta Melayê Cezîrî hatiye naskirin, gelo çima te ew şêweyê helbestan hilbijartiye?

Zubêr Salih: Berî her tiştî spasî û bi xêr hatina we dikim .

Cizîrî Felsefak gelekî Kûre Dema helbestê Cizîrî  dixwînim hestekî nikarim bînim ziman têde dibînim dinav wesf û hestê wî de wenda dibim û li kurî nerîna min ji arkê her hunermendekî ye  ku li Cizîrî bi xwedî derkeve, ji ber ew bingehin, Cizîrî û hem jî Feqê Teyran û Ahemedê Xanî, ev dîroka mene .

Qado Şêrîn: Bi gumana min helbestvanên stranan nîn in, tu li kur çi pîvanan helbestan bo şêweyê xwe yê stranbêjiyê hildibijêrî?.

Zubêr Salih: Raste yê ku helbesta stranê dinivîsin pir kêmin mixabin, lê car cara peyda dibin lê pir kêm, û ji ber wê yekê  min gelek helbestê stranê xwe min bi xwe  nivîsîne  û inkar nakim  min helbestê pir helbestvana jî  kutiye,  Mînak wek ( Xemgînê Remo, Seydayê Tîrêj, Bêbuhar, Cafer Taha, Melayê Cizîrî, Xweşnav Silêman, Kerîmo ), û gelkî din jî  û ku helbest ne nêzîkî hestê min be ez qet nikarim wê helbestê bêjim .

Qado Şêrîn: wek ez dizanim tu hemû awazên xwe çê dikî?, ta çi radeyê ev yek dikare guhertin û pêşketinê bixîne awaz û mûzîka te de ?.

Zubêr Salih: Ji xwe tiştê herî giring ewe ku ez  Awazê stranê xwe bi xwe di afirînim  û ev yek dibe sedema ku rengê mûzîka min cudaye û dimîne stayla Zubêr Salih, û ev mijar bi rastî mijarek pir girîng û ber fireye,  lê ezê bi kurtî bêjim, sedema muzîka me ku îro tev di yek çarçovê deye  sedema mezin jî ewe ku Studio ya ku Muzîkê van hunermendê mey nûjen çê dike,  yek Studio ye û yek muzîsiyane û ji ber wê yekê tev  yek renge berî dengê hunermend bê te tu nizanî bê ev stran wê kî bêje ji ber mûzîk tev kopiye ke.

Qado Şêrîn: kî rabûye û Vîdyokilîpan çê dike, ji wan weyê bi Vîdyokilîpan dê bibin hunermend, tu vê yekê çawa dibînî?.

Zubêr Salih: Ev yek  pir şaşe,  huner ne wisa hesane, hunermend gerek dîrokek wî hebe û baş di nav hunerê de keliya be ta ku bibe hunermend,  bê guman pir jî hene bi dehê salan jî di nav hunerê de ne lê mixabin dîsa nebûn stêrk û ne çirisîn, yanî xwe li hunerê kirine bele û her berdewam dikin, tevlî ku ne hatin hezkirin û ne tişkî balkêş jî dan,  ne di warê evînê de û ne jî di warê netewê de, klîpek ne bese ku bibe hunermend, ev 35 sal in ez hunera xwe bi rêve di bim û bêhtirî 20 berhemên min hene û bi dehan jî şagirtê min çê bûn û bi hezaran jî min şev û konsêrt û bername û dawet û hevpeyvîn çêkirin û hîn ez ji gotina hunermend  fedî dikim  tev ku beşekî ne hindik  ji her çar perçê kurdistanê heyranê min hene, ji bo wê yekê dibêjim klipek ne bese  û gerek bingeh hebe .

Qado Şêrîn: Çi cudahî di navbera hunermend Zubêr Salih û hunermendên din de hene?, ji boyî çi gerek em li te guhdarî bikin?.

Zubêr Salih: Cûdahiya min rengê min î taybete ji bo wê yekê tu li min guhdar dikî,  ji ber ez ne kopî me  û tenê Zubêr Salih yek heye ne dido,  ev sedeme  û ya din jî  ji ber ez strana xwe nabêjim heger ew stran berî her kesî ez jê hez nekim  û dengekî min î nerm heye ku zû li dergehê dil dixe .

Qado Şêrîn: stran û mûzîka Zubêr Salih ji hêlekê ve û ya kilasîk û nûjen ji hêla din ve, tu xwe di kîjanê de dibînî?.

Zubêr Salih: Ez bûm pir di nabera du cîlan da,  di nabera M.Şêxo û Sa’îd Yûsiv û M.Ezîz Şakir  de, ev ê ku berî min bûn, lê ez bi wan re jiyam û hem jî bi cîlê nûjen re û li kur baweriya  min di her du beşande jî cîkî min î taybet heye, ji xwe kilasîk ew di rihê min deye  .

Qado Şêrîn: Diyar e tu hunermendekî giştî yî, ji bo tevaya gelê kurd stranan dibêjî, lê çima tu ne bi hêz û aliyên siyasî re yî?.

Zubêr Salih: Ez ne dûrî siyasetê me, lê qet ne bûme hevalê tu rêxstin û partiyan, ez vê yekê vekirî dibêjim û ez wisa jî xwe rihet dibînim û rêza min ji her  rêxstinê re heye û çi kesê tişkî baş ji bo welatê min bike rêza min jêre heye heta dawî  ez dixwazim hunermendekî Kurdistanî bim û kîjan rêxistin min vexwendî çalakiyên xwe dike ez  bi hestekî bilind tevlê dibim û ji min bê xwestin ez karim çekê jî rakim ji bo azadiya welatê xwe .

Qado Şêrîn: Temenê te yê hunerî dirêje, li gora em dizanin dighê 35salan, gelo tu carinan hatiyî xelat kirin?

Zubêr Salih: Raste 35 sal heger ne bêhtir be,  lê mixabin qet carekê ne hatime xelat kirin û ne bi gulekê, lê xelata herî  mezin ji bo min hezkirina gelê min ji min re ye,  û ew xelata herî  mezine. Wê baş ba ku bi kêmasî di van 35 salan de carekê ez hatibama xelat kirin, lê gelê me hînî vê çandê ne bûye, û piştî  hunermend ji nav gel bar dike êdî tê xelat kirin, lê gotinek heye dibêje: di hebûna min de  gulekê diyarî min bike çêtire ku piştî bimrim tu  gurzê gula bîne ser tirba min .

Qado Şêrîn: bûn 35 sal tu stranan didî gelê xwe û carekê jî nehatiyî xelat kirin, êdî tê hêza berdewamiyê ji çi bistînî?.

Zubêr Salih: Hêza xwe ji hezkirina gelê xwe digrim ew besî  mine

Qado Şêrîn: Tu wek hunermend ku kêlî bi kêlî bi şoreşa gelêrî ya gelê Sûriyê re dijî, tu helwest û tevlêbûna hunermendên kurd çawa dinirxînî?

Zubêr Salih: Pir kême  û ne li gora bejna vê şoreşê ye,  gerek bû em bi berhemên pir  xurt li kêleka gelê xwe ba na  .

Qado Şêrîn: hunermend Zubêr Salih piştî serkeftina şoreşê dê çi bike, çî nû bikeve jiyana wî?.

Zubêr Salih: Yekem tişt bikim wê  serdana Kurdistanê be û ziyareta ser gora dayka min be û gora şehîdên  12 adarê û vê serhildan be.

Qado Şêrîn: Çi piroje û stranên nû yên Zubêr Salih hene?, tu çi mizgîniyê didî hezkiriyên xwe?

Zubêr Salih: Klîpek min nû heye di montajê deye, hêvîdarim bi dilê hezkiriyên min be, û her weha CDêk  ku ji helbestê Melayê Cizîrî  û Feqê Teyran û Ahmedê Xanî, ew jî  proja min î  nûye.

Qado Şêrîn: tu rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ çawa dibînî?, tu çi ji me û xwendevanên rojnamê re dibêjî?.

Zubêr Salih: Serkeftinê ji Pînûs re dixwazim, û rojnemak pir serkeftîye û spasya we dikim ku we ev derfet da min û we xwe westand û bi taybet spasya te dikim hêja Qado Şêrîn.

Pêşinyarek min î pir picûk heye ew jî ji nivîskaran re ye:

Hinekî nivîsê xwe  kurt bikin ji bo em karibin bixwînin, ji ber dem pir girînge, mijara bi sê rûpela me re kari di rûpelekê de bide xuyakirin û spas.

Jêder ‘’Pênûsa Nû’’ j.03, www.penusanu.com