Share |

4. Xelata Navenda Hunerî ya Mamlê bo Şivan Perwer hat pêşkêşkirin

4. Xelata Navenda Hunerî ya Mamlê bo Şivan Perwer hat pêşkêşkirin
4. Xelata Navenda Hunerî ya Mamlê bo Şivan Perwer hat pêşkêşkirin

Li Hewlêrê 25. salvegera koça dawî ya hunermendê Rojhilatê Kurdistanê Mihemedê Mamlê hat kirin û tê de 4. Xelata Navenda Hunerî ya Mamlê ji Şivan Perwer re hat pêşkêşkirin.

 

25 sal di ser koça dawî ya hunermend Mihemedê Mamlê re derbas bûn û li Hewlêrê merasîmeke taybet bi vê boneyê hat lidarxistin û tê de 4emîn Navenda Hunerî ya Mamlê ji bo xebata kurdayetî û hunera Şivan Perwer hate pêşkêşkirin.

 

Hunermend Şivan Perwer behsa muzîk û kultura Kurdistanê û rola Mihemedê Mamlê weke hunermend û welatparêzekî Kurd kir û got: “Ez qet ferqê naxim di navbera Bakurî, Başûrî û perçeyeke din de, bo min Kurdistan yek e û divê her Kurdek jî wiha bifikire. Ev pirseke netewî, eger kurd negihe rameneke netewî, Kurd dê biser nekeve. Mamoste Mihemedê Mamlê jî ji bo me di ramaneke netewî de ye. Komara Kurdistanê li Mehabadê û her li çi deverkê ronahiyek wek Başûrê Kurdistanê pêkeve, ji bo me ew nirxeke gelek mezin e.”

 

Her sal di salvegera koça dawî ya Mihemed Mamlê de, Navenda Hunerî ya Mamlê hunermendên Kurd xelat dike, Werya Mamlê behsa vê pêngava navendê dike û diyar dike ku, ev xelat peyameke wê heye.

 

Werya Mihemed Mamlê got: “Hunera Kurdistanê bi giştî tê asîmalsyon, bi berdewamî nasnameya wê jê distînin û berhemên wan tê dizîn. Dijminên me jî qet li muzîk, kultur û çanda Kurdî mikur nayên, ji ber wê em dixwazin bi dayîna vê xelatê giringiyê bidin hunera xwe. Huner û çanda me, paye û koşeya bingehîn a neteweya me ye.”

 

Merasîma bibîranîna Mihemedê Mamlê pêr 23ê Çileyê li Hewlêr lidar ket, lê hunermend Şivan ji ber pirsgirêkeke teknîkî ya firokeyê nekarîbû li merasîmê amade bibe. Piştre Navenda Hunerî ya Mamlê û beşek ji endamên malbata Mamlê duhî di boneyeke taybet de xelat hunermend Şivan Perwer kir.

 

kurdistan24.net