Share |

5 Festîvala Fîlman a Duhokê bi fîlma Zer dest pê dike

Fêstîval li 9ê Îlona 2017ê destpêdiket û dê yekem nimayîşa MENA filmê Zer bît yê derhênerê Kurd Kazim Öz.

 Filmê ji berhemhênana Tirkî/Elmanî li dîf jiyana Jan di çît, xortek genc ko li New York ê jiyaye, daxbar dibe bi straneka dapîra wî ya li ser nivîna xwe ya mirinê di nalît. Bîriya xewneka xwe dike, ji kumkujiyek wê mêzkirî li zarokatiya xwe. Piştî mirina dapîrê, Jan seferê dibete cihê ew lê jiyayi di nav axa Kurdan de da rastiya strana dapîra xwe bizanit. Gerrîyana wî ewî kûr dibit di nav mîrata xwe ya nenas de, rastî yên xemgîr u veşartî diyar dibin, wateya ew çenda dapîra wî li pey xwe hiştî dibînit.

 

Derhênerê hunerî yê fêstîvalê Shamal Sabri didete xuya kirin: "Naveroka bernamê vê salê, hîvîbûne. Lewa gerra pêncemîn ya Filme Fêstîval a Duhok ya Nêvdewletî bi filmê 'Zer' destpê diket, geşteke bo nav kultûrekê berze yê hizaran Kurd û kêmîneyên din li vê herêmê."

 

Kazim Öz derhêner, sînaryonivîser û berhemhênerekê Kurdê xwedan xelate. Ewî karê hunerê bi şanoya Kurdî destpêkir. Yekem kurte filmê xwe Ax (Land, 1999) derhêna û çendîn xelatên filme fêstîvalên navdar wergirtin. Ji wî demî were derhênan û nivîsîn û berhemehênana çendîn filmên dirêj û kurte filmên xelatbir kiriye, wek White Sycamore (2015), Once Upon a Time (2014), Demsala Dawi (2010), û Bahoz (2008).

 

Kompanya Koz Film ev filme berhemhênaye. Sînematografiya balkêş karê Feza Çaldiran, Eyup Boz û Orçun Ozkilinç î ye.

Rê û resmên destpêkirnê dê li Şembiya 9ê Îlonê hête gêran li Hola Kongira.

 

 

http://duhokiff.com/index.php/ku/