Share |

55saliya şewata Sînemaya Amûdê hat bi bîranîn

 

Bi hezaran kes qurbaniyên Sînemaya Amûdê ya Şewitî di salvegera wê ya 55’an de bibîr tînin.

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê îro li Parka Şehîdan (Cihê Sînemeya Şerzad) ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Sînemeya Amûdê ya Şewitî ku 13’ê Mijdara 1960’an pêk hat û têde zêdetirî 250 zarokên Kurd jiyana xwe jidest dan, merasîmek lidar xist.

Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên kantona Cizîrê, Tevgera Çand û Huner a Rojava, xwendekarên sînema yên Akademiya Yekta Herekol, Saziya Gaziyên Rojava, sazî, rêxistin û pariyên siyasî yên kantonê û hezaran welatiyan amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, Endamê Komîteya Amadekar a Merasîmê Dildar Feremez kurteçîroka Sînemeya Amûdê ya Şewitî ji beşdaran re vegot. Dildar anî ziman ku bi sedan zarokên Kurd wê demê fîlmekî Erebî yê derbarê şoreşa Cezayîrê de temaşe dikirin û got: “Di şewata Sînemayê de welatiyê bi navê Mihemed Deqorî bi lehengiyeke mezin jiyana gelek zarokan xelas kiriye.”

Li ser navê TEV-DEM’ê Hevseorkê Meclîsa Amûdê Selman Şêxê axivî û got: “Amûdê du caran hatiye şewitandin. Carekê sala 1937’an bû, dema ku gelê bajarê Amûdê zilm û zordariya dagirkeriya Fransayê qebûl nekirin, balafirên Fransayê bajar bombebaran kirin. Cara duyemîn jî Şewata Sînemeya Amûdê bû û tê de bi sedan zarokên Kurd jiyana xwe jidest dan.”

Merasîma ku li Parka Şehîdan (cihê Sînemaya Şerzan) hatiye lidarxistin, hê jî bi axaftinan didome. Tê payîn ku derbarê bûyera sînema de senevizyonek were pêşandan.

Di vê merasîmê de wê pêşengeha 18 wênexêzên kantona Cizîrê ku li derbarê bûyerê de wêne resim kirine, were vekirin.

(he)

AMÛDÊ – ANHA