Share |

5emîn Festîvala Osman Sebrî li Qamişlo birêve çû

 

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 5emîn Festîvala Osman Sebrî hat sazkirin. Her sal 4 rojan ev festîval birêve diçe, lê îsal tenê rojekê hat lidarxistin.

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser 5emîn Festivala Osman Sebrî ya Wêjeyî birêve çû.

Festîvala Osman Sebrî ya Wêjeyî li `Medînet El Şebab` birêve çû û dê 3 rojan berdewam bike û di çarçova festîvalê de konsert û çalakiyên cuda pêk hatin.

Endamê Komîta Amadekar Ebdilmecîd Xelef derbarê festîvalê de ji Rûdawê re tekez kir ku xelatên îsal ji salên din cudatir in.

Endamê Komîta Amadekar Ebdilmecîd Xelef, diyar dike, di festîvalê de “dê gelek çalakî bê lidarxistin. Çîrok, helbest sînevîzyon... Mizgîn Tahir jî ahengekeke muzîkê saz bike. Her sal 4 roj in, 3 roj wêjeyî ne. Lê îsal me kir rojek tenê.”

Osman Sebrî kî ye?

Osman Sebrî 5ê kanûna1905, li gundê Narincê yê Kolika Semsûr a Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û yek ji helbestvanên mezin ên Kurd bû. Ew yek ji helbestvan nivîskarên Ekola Hawarê bû. Osman Sebrî ji serokên êla Mêrdêsî bû. Ji xêncî helbestvanî û nivîskariyê, ew pardarî xebata rizgarîxwaza gelê xwe jî bûye.

Piştî Serhildana Şêx Seîd, Osman Sebrî jî ligel herdu apên xwe Şukrî û Nûrî sala 1926ê hatiye girtin. Osman Sebrî du salan di zindana Denisliyê de maye û piştî efûyeka giştî, sala 1928ê hatiye berdan.

Osman Sebrî 24ê Çileya 1929ê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û bo dema du salan wek endamê Partiya Xoybûnê xebat dike û di kovara Hawarê de li ser mijarên cihêreng dest bi nivîsandinê dike. Gelek helbestên wî hatine çapkirin.

Sala 1957ê Apê Osman ligel hin welatparêzên Kurd, di xebata damezirandina Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê de cih digire û wekî sekreterê partiyê tê hilbijartin.

Osman Sebrî 1993ê koça dawî dike û li gundê Berkevirê, li binxetê tê veşartin.

 rûdaw