
7'emîn Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer bi diruşma "Her Govendek Çîrokek e û Her Çîrokek Dîrokek e" êvara 15'ê Eylûlê li Parka Azadî ya li Qamişloyê dest pê kir. 23 komên govendê yên kurd, ereb, suryan-aşûr, ermen, çerkez ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê beşdar dibin. Îsal ji Duhokê jî komek beşdar bûher komekê di nav de koma Duhok hejmarek tabloyên hunerî pêşkêş kirin.
Di Festîvalê de şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û komên govendê beşdar bûn.
Di festîvalê de 23 komên govendê cihê xwe digrin û dê festîval ji bo dema 3 rojan berdewam bike.
Festîvala Hunerên Gelêrî ya Qamişlo ev heft sal in ku tê lidarxistin û her sal bi beşdariyeke berfirehtir pêşwazî li komên hunerî û welatiyan dike. Festîval wek platformeke girîng ji bo parastina folklor û xurtkirina têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de tê dîtin.