Share |

7emîn Filme festîvala Nêvdewletî ya Duhokê bi dawî hat

 

Di rê û resmeke taybet de 7emîn Filme festîvala Nêvdewletî ya Duhokê dawî bi karên xwe anî û xelat li ser serkeftîyên Filme festîvalê hatine parvekirin.

Filme festîvala Duhokê bi dehan ekter, hunermend, sînemakarên kurd û bîyanî pişikdar têda kirbû û li 9ê eylûnê dest bi karên xwe kirbû û bo dema 8 rojan ya berdewambû.

Pitrî 120 hunermend ji her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa û welatên Erebî pişikdarî di 7emîn Filmefestîvala Duhokê da kirbû û berhemên sînemayî ji heftê û çar welatên cîhanî têda pişikdar bibûn.

Her dîsan, di 8 rojên filme festîvalê da 112 film hatine nimayişkirin û 50 ji wan filmên Kurdî bûn, herwesa 55 filman hevrikî li ser wergirtina xelatan kir.

 

WAAR_Duhok: