Share |

7`emîn mîhrîcana Osman Sebrî bi dawî bû

7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê (Sala Melayê Cizîrî) di roja xwe ya 3`emîn de di roja înê 3-11-2023 li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna nivîskar, rewşenbîr, xwendekarên zanîngehê û nûnerên Rêveberiya Xweser bi dawî bû.

 

Di çalakiya roja dawî de koma Yek Par a muzîkê çend stran gotin, piştre senivîzyonek li ser danesîna her şeş endamên komîteya nirxandina pêşbirka helbestan a mîhrîcanê hat pêşandan.

 

 

Paşê navê helbestvanên serkeftî ji aliyê nûnerên Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin diyarkirin û xelatê wan ên madî û li kêlek wê mertalên bi logoya mîhrîcanê radestî wan hat kirin.

 

6 HELBESTVAN HATIN XELATKIRIN

 

Komîteya amadekar û komîteya nirxandinê ya Mîhrîcana Osman Sebrî, ji 16 berhemên helbestî, 6 helbestvan (3 berhemên bi zimanê erebî û 3 berhemên bi zimanê kurdî) serkeftî dîtin.

 

Helbestvan Kameran Simo bi helbesta xwe ya bi navê ′Sebra Gamasî′, di asta yekemîn de, Ebûd Mexso bi helbesta xwe ya bi navê ′Pêlname′ di asta duyemîn de û helbestvan Medya Berekat bi helbesta xwe ya bi navê ′Çil û Çar Kêlî′ di asta sêyemîn de bi ser ketin.

 

Her wiha helbestvanên ku helbest bi zimanê erebî nivisîbûn û hêjayî xelatkirinê hatin dîtin ev in: Mehmûd Ebdo, Ebdulbarî Ehmê û Diyaa Iskender.

 

7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê (Sala Melayê Cizîrî) 1′ê Mijdarê ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû destpêkirin. Di roja duyemîn a mîhrîcanê de bi panlekê felsefeya helbestvan û nivîskarê Kurd Melayê Cizîrî hat nasandin.

 

(sb)

 

ANHA