Share |

88 film beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Filman a Dihokê dibin

 

 

  Di duyemîn festîvala navneteweyî ya filman a Dihokê de 88 film tên pêşkêş kirin.

Rêveberê giştî yê rewşenbîriya Dihokê û amadekarê festîvala navneteweyî ya Dihokê Adil Hesen ji Rûdawê re got: “Di vê festîvalê de 150 sînemakar û filmsazên cîhanî û navxweyî beşdar dibin. Hêjmarek ji kesên beşdar, hunermendên li ser asta cîhanê naskirîne û xelat wergirtine.”

Adil Hesen diyar kir ku di festîfalê de 88 berhemên Kurdistanî û cîhanî beşdar dibin.

Wezîrê rewşenbîrî û ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kawe Mehmûd jî ji Rûdawê re got: “Divê em ji bo wê yekê kar bikin ku her sal festîvalên navneteweyî yên sînemayan di demên xwe yên diyarkirî de dûbare bibin. Pêwîste sûd ji ezmûnên par û îsal bên wergirtin û ji bo festîval ber bi pêş ve bibin.” Kawe Mehmûd wiha got: “Her sal li Dihokê festîvala navneteweyî ya sînemayan li Dihokê tê sazkirin.”

Duyemîn festîvala navneteweyî ya Dihokê 09.09.2012an dest pê kir û heta 16.09.2012an berdewam dikin.

Ebdullah Nihêlî

Rûdaw