Share |

Albûma nû ya Diyar Dêrsîm: Dema Azadiyê

 

Albûma 7'emîn a hunermendê navdar ê Kurd Hozan Diyar Dêrsîm derket.  Hozan Diyar ê ku li hemû beşên Kurdistanê bi mîlyonan guhdarên wî hene, piştî demeke dirêj albûma dihat payîn, derket.

Di albûma nû ya bi navê 'Dema Azadî' de piraniya gotin û awazên stranan ji aliyê Hozan Diyar ve hatine sazkirin. Di albûmê de digel Kurmancî, straneke bi Kirmanckî (Kirdkî/Zazakî/Dimilkî) jî straye.

Di albûma nû de şêwazê mûzîka hunermendê Kurd hatiye parastin.  Albûma ji 14 stranan pêk tê, di warê redaksiyon û rastnivîsa gotinên stranan de hinek nuxsanî li ber çav dikevin. Her strana ku navê xwe daye albûmê, li şûna ku 'Dema Azadiyê' bê nivîsandin, 'Dema Azadî' hatiye nivîsîn. Tewang, wekî dengê nazik ê hunermend nermahiyê bi xwe re tîne, nahêle zû ziman jî bişkê.

 

Hewlêr (Rûdaw)