Share |

Albuma "Leyla Xan - Stranên dilê min" derket!

 

 

Dengê ciwan ê muzîka kurdî Leyla Xan bi albuma xwe ya yekem, “Stranên Dilê Min” derdikeve pêşberî muzîkhezan!

Leyla Xan ya ku heta niha rêwîtîya xwe ya muzîkê bi şêweyeke amatorî dimeşand, bi albuma xwe ya yekem “Stranên Dilê Min” derdikeve pêşberî muzîkhezan.

Album bi hilberînerîya Pel recordsê bi xebateke nêzîkî du salî hat amedekirin. Qeydên albumê bi giranî li studyoya hosteyê gewre ya muzîka kurdî Şivan Perwer hatin çêkirin.

Di vê albumê de ku bi giranî şêweya muzîka kurdî ya kevneşop bi tesîr e 9 stranên Şivan Perwer yên wekî “Ez keçikek gundî me”, “Cewdik”, Gelî dilo”, Dayê ez xezal im” û “Mamedo” cih digirin. Li gel vê yekê Şivan Perwer di studyoyê de bi tenbura xwe strana “Heseniko û Asê” lêxist û hevkarîya Leyla kir.

Di albumê de strana kevneşop ya gelêrî “Dara Mazî” ku Miradko bi meqama uşak dibêje jî cih digire. Leyla Xan vê stranê hem bi meqama uşak hem jî bi meqama hîcaz dibêje û bi dewlemendîya vegotina xwe ya bihêz bi awayekî serkeftî stranê bi tehma wê ya kevneşop digihîjîne muzîkhezan.

Leyla xan, di vê albumê de ku bi stranên dilê xwe dagirtîye, gelek stranên ku ji alîyê muzîkhezan ji nêz ve tên nasîn, bi dengê xwe yê bihêz, bi hestên xwe û bi terza xwe ya xwerû, bi rengeke nû, gîyaneke nû û bi hestên xwe albumê dewlemendtir dike. Bi gotineke din; dilê xwe diherikîne “stranên dile xwe”.

Hîlberînerê albumê Hakan Akay e ku di heman demê de hilberînerîya albuma dawîn ya Şivan Perwer jî kiribû. Akay bi arenjeyên xwe tehmeke xweştir da albumê û wekî tonmeister û bi nasnameya xwe ya muzîkvanîyê tevkarîyek mezin da albumê.

Qeydên albumê li Bonn, Koln Û Stenbolê hatin çêkirin, gelek muzîkvanên ji neteweyên din bi enstrumanên xwe hevkarîya albumê kirin.

Leyla Xan bi dengê xwe yê sade û zelal, bi nazikî û kibarîya xwe ji niha ve dest nişan dike ku dê di qada muzîka kurdî de bibe dengeke mayînde.

Album ji alîyê Sony Musicê ve tê belavkirin û di serî de i-Tunes ji 400 platformên dijîtal yên muzîkê dikarê bê daxistin û li hemû Ewropayê ji ‘Amazon’ û Kurdish Media Shopê dikarê bê peydakirin.

 

  Rojeva Kurd