Share |

Albuma nû ya Çopî “Binar” derket

Hunermanda navdar a Kurd, Çopî Fetah albumeke nû bi navnîşana Binar belav kir û hezkiriyên xwe dilxweş kir.

 Îro çarşemî 12ê Nîsana 2017ê, albuma nû ya stranbêja navdar a Kurd, Çopî Fetah ku ji 13 trakan pêk hatiye, tê belavkirin.

 Hezkir û alîgirên dengê hunermend Çopî, ji niha ve dikarin stranên albuma nû ya hunermend Çopî Fetah bi rêya bernameya iTunesê û li ser vê adresê, (https://itunes.apple.com/album/id1220739273?ls=1&app=itunes) bi dest bixin û ji xwe re daxînin.

 Biryar e roja 19ê Nîsanê albuma Binar a Çopî Fetah li ser hemû malperên online yên weke Spotify û Google Play bikeve ber destê hezkiriyên dengê wê. Herwiha albuma Binar dê bi şêweya CD li hemû bazarên Kurdistanê belav bibe.

 Di albuma nû de, mûzîk û stranên Çopî Fetah ciyawaz in û bi awayekê modern hatine tomarkirin.

 Çopî Fetah di sala 1983ê de li bajarê Kerkûkê yê bajarê Kurdistanê ji dayik bûye. Di temenê 3 saliya xwe de tevî malbata xwe ji Başûrê Kurdistanê ve berê xwe daye Ewropayê û li welatê Holandayê nîştecih bûye.

 Hunermend Çopî her ji zarokîtiya xwe ve dest bi karê mûzk û stranan kiriye û di temenê 13 saliya xwe de li Holandayê çûye xwandingeha deng û bo dema 2 salan li wê derê xwandiye.

 Çopî di destpêka karê xwe yê stranbêjiyê de, stranên hunermendên navdarên Kurd distirî. Çopî niha xwediyê çend albuman e û yek ji stranbêjên navdarên Kurdistanê ye.

Herwiha hunermend Çopî Fetah ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê jî bernameya Çopî û Çare pêşkêş dike.

Hewlêr (Rûdaw)